KÎLOYÊN DAWO

eser bube Dawo kurê malê yê mezin bû, loma ew di nozdeh saliya xwe de hatibû zewicandinê. Dema temenê wî dibe bîst, ew dihare le?keriyê. Le?keriya wê demê gelekî zor bû. Eger meriv Kurd ba, ew le?kerî li mirov dibû zîndan, dibû cihê tade û î?kenceyan. Lê çi dibe bila bibe, Tirkan di serê gelek kesan de bi cih kiribû ku: „Ew kesên le?keriya xwe nekiribin, ne zilamin“, „Le?keri deynekî welêt e, divê ew bê dayîn“ Dema deynê Dawo jî hatibû, wî jî, ji bona ku bibe zilam berê xwe berbi xerîbiyê vekiribû. Ji mirov û ji ?êrîna ber dilê xwe bi dûr ket.

                      Pi?tî çend mehên Dawo li le?keriyê qediyabû ku rojek ji rojan pîreka wî dinêre ku vaye Dawo yê wê di rê de ye û berbi mal ve tê. Berê ew bawer nake ku bi rastî jî ev ew e. Loma hinekî çavên xwe diqurpistîne û bi pi?ta destê xwe yê rastê tev dide, dinêre ku bi rastî jî ew e. Ew jî berbi wî ve dihare, xêrhatinê lê dike û dibêje:

                      – Dawo ma te le?keriya xwe qedand?

                      – Keçê qedandina çi halê çi! Çar sal wê çawa biqede ez jî nizanim?

                      – Lê ev hatina te ji bona çi ye? Xêr e, in?ale!

                      – Keçe bes e, hela em xwe bighînin hundur, dûre ez ê ji te re bêjim.

                      Pîreka wî çentê di destê zilamê xwe ê le?ker de bû girt, ji hew?ê  berbi ketina malê de çûn û ew  ketin hundur. Hetanî wan xwe gîhandin hundir, çend gundiyan jî dîtibûn ku Dawo ji le?keriyê vegeriya ye.

zayif-adam

 Dem dema êverî bû, pi?tî ?îvxwarinê adet bû, gundî biçûyana xêrhatina kesên ku diçûn xerîbiyê an jî jê vedigeriyan, bikarana. Ji ber ku  Dawo jî ji le?keriyê vegeriyabû, divyabû êvarî gundî biçûyina mala wî û xêrhatin lê bikirina, hal û hewalê wî bipirsiyana. Gundiyan weha zû le?kerî qedandina Dawo meraq kiribûn û wan ê ji wî bipirsiyana ku wî çawa weha bi çend mehekî le?keriya xwe qedandibû. Loma  êvarî civata Dawo geriya, kesên bihîstin, hatin mala wî. Pi?tî qedandina xêrhatinê û vexwarina çayê, ji rîsipiyên gund xalê Xelo ji Dawo pirsî:

                      – Wa Dawo, qasî ku ez dizanim, le?kerî çar sal in. Lê ez bala xwe didimê ku ancax  çar mehên te qediyan ku tu hate mal, xêr e gelo?

                      – Xalo bi xwedê kîloyên min li gor wezna le?keriyê derneketin, loma Serbaz ez ?andim mal da ku hinekî go?t bigirim ku kîloyên min, li gor wezna le?keriyê hev bigirin. Ez ê pi?tî sê mehên din dîsa li le?keriya xwe vegerim.

                      – Ha, got xalê Xelo, serê xwe weke alimekî hejand û domand. Em jî tirsiyan, me got dibe…

                      Hîn xalê Xelo axaftina xwe neqedandibû, hema apê Kirkirkê ku ew bi xwe kalekî gundiyan bû û Zirnavê (leqeb) wî Kirkirkê bû. Ev zirnav  ji ku girtûbû qet nedihat zanîn. Ev nav bû bû navekî wan î malbatî. Navê wî Ehmo bû. Li êdî ew bi navê Kirkirkê dihate nasîn. Xalê Kirkirkê, mirovekî xwe?bêj, henekçi û nefsbiçûk bû. Wî gelek caran bi henekên xwe, gotinên dilê xwe yên hi?k, li noqa hinê ku wî ji wan heznedikir, dixist. Got.

                      – Tu çima nabê ji niha û pêde em ê xortên xwe temî bikin ku berî çûyina xwe ya le?kriyê bila xwe zeîf bikin, da ku ew jî weke te zû werin mal. Bi gotina wî re kesên wir hemû keniyan û wan fêm kir ku xalê Kirkirkê çima weha got.

                                            ?êx Mehemedê, kurê sêx Deman, bi nav û dengê xwe ?êxekî ?êxan, lê bi emelên xwe ne tu ti?tek bû, ji derî kete hundir, hemû gundî ji ber rabûn, ew çû ba Dawo destê xwe dirêj kir û got:

                      – Tu bi xêr hatî Dawo! Çima te weha zû le?keriya xwe qedand lo? Gelo dema le?keriyê kurt bû ye? Û haya me jê tune ye?

                      Dawo destê ?êxê xwe maç kir. Berê ?êx û dûre jî hemû gundî runi?tin. Dawo jî xwe li ser kulavê bi rengîn da erdê û got:

                      – Na, ?êxê min na! Le?keri weke berê ye, yanî hîn jî çar sal in.

                      ?êx Mehemed li dora xwe nerî, serê xwe hejand û got:

                      – Lê te çima weha zû qedand?

                      – ?êxê min, min zû neqedandiye. Ji ber ku kîloyên min kêm bûn, wan ez ?andim mal da ku kîloyên xwe temam bikim û ez ê dîsa herim.

                      – Ha, ev mesele, got ?êx Mehemed. Ji nûve bi awayekî rehet xwe li ser kulavê xwe ediland, milê xwe yê rastê sipart balîfa (balgî) kêlekê û dest bi ?îretan kir…

                      Pi?tî belavbûna gundiyan, ji nû ve Dawo rew?a hatina xwe ji pîreka xwe re jî rava kir.  Bi hev ?a bûn û razan.

                      Dema sê mehên Dawo qediyan li le?keriya xwe vegeriya. Roja ku wî xwe gîhand cihê xwe. Serbazê ku ew ji bona çend kîloyan bigire ?andibû mal, ew wezinand, dît ku kîloyên wî weke yên berê ne. Nebû ku wî dîsa bi?îne malê. Pi?tî vegerê çend mehên Dawo  li le?keriyê temam  bûn. Serbaz rojekê banî wî kir û ew dîsa wezinand. Nerî ku kîloyên wî hê jî weke yên berê ne, ne kêm û ne zêde kiriye. Serbaz  ji vê rew?ê ?a? mabû û biryar girt ku dîsa Dawo bi?îne mal da ku ew hinek go?t bigire.

                      Pi?tî çend mehekî din ku Dawo qet kîloyan nagire, loma Serbaz wî dîsa di?îne mal. Ew çar mehên din li mal ma û vegeriya le?keriya xwe. Vê carê kêfa Serbaz li cih bû, wî texmîn dikir ku vê carê Dawo hin kîlo girtine. Banî wî kir û bir cihê weznê. Çi mixabin ku Dawo ne kêm û ne jî zêde kiribû. Kîloyên wî weke yên berê bû. Loma serbaz îcar hinekî aciz bû, kire niçe niçe û jê re got:

                      – Hey, xwedê nenas, ez te di?înim mal ku tu hin kîlo bigire û vegere. Lê ev du carin tu dihare, rehetiya xwe digire, xwarina xwe dixwe. Li wir ne kes li ser te û ne jî li ber te hene, lê çima tu kîlo nagire.

                      Vê carê Dawo hinekî tirsiya bû ku serbaz li wî bide, loma wî bi awayekî tirsonekî got:

                      – Ma çi dizanim, qomandarê min.

                      Serbaz ji halê wî ?a? û matel mabû, wî jî nema dizani bû ku çi bike. Li  le?keriyê pêwîst bû ku kîloyên mirov li gor pîvana hatibû dayîn ba. Ji bona kîlogirtinê serbaz du caran Dawo ?andibû mal, ev jî mesrefek bi serê xwe bû. Da û stand, çend rojekî fikirî û dîsa ?ande pê wî. Dawo hate silavek ba? ya le?kerî da û got.

                      – Emir bike qomandarê min, we ?andibû pey min!

                      – Belê, belê. Ka were em bi hevre herin a?pêjxanê ku  temiya te bidim wan ku ew te hinekî qelew bikin, da ku tu le?keriya xwe biqedîne. Bi vî halî tê bibe belaya serê me.

                      Qomûtan li pê? û li dû wî jî Dawo ketin hundir a?pêjxaneya le?keriyê. Kesên li hundir ji ber wan rabûn. Serbaz gazî kir û got:

                      – Kî berpirsiyarê vir e bila were. Bi bazdan yek ji nav koma kesên ku xwarin çêdikirin berbi wî hat, qomûta xwe da û got:

                      – Emir bike, qomandarê min.

                      – Binêre! vî mirovê bi min re, ba? nas bike! Ez ê wî du mehan teslîmî te bikim. Tê rojê sê caran, çi xwarina xwe? ku wî xwest, jê re çêke.

                      – Tu emir bike, qomandarê ê min!

                      Serbaz  îcar li Dawo nerî, keniya weke bêje „Ka bê îcar tu kîloyan digire an na“ û bi dengekî berz got:

                      – Binêre Dawo! tê du mehan li vir bixwe, vexwe û dilê te çû çi tê ji wan re bêje. Tu çi bixwaze wê ji bona te bê çêkirin. Ji niha û pêde tu yê nobedariyê jî negire. Pi?tî çend mehekî em ê li halê te binêrin, bê kîlo girtin çawa dibe.

                      Niha kêf bû bû kêfa Dawo. Li vê le?keriya zor,  ji bona wî ne nobedarî û ne jî lêdan hebû. Berovajî wê, Serbaz ew danî bû ba a?pêj û dilê wî çi bixwesta wan jê re çidikirin. Du mehên Dawo bi vê kêf û rehetiyê qediyabûn. Rojekê dîsa Serbaz di?îne pê wî. Ew hat, serbaz li halî wî pirsî û got:

                      – Îcar tu çawa yî Dawo, te kîlo girt an na? Em ê niha fêm bikin. Bide dû min, em ê herin te biwezinîn in. Serbaz bi kêf da pê?iya wî û çûne ba mêzînê. Wî gazi kir û got:

                      – De, here ser mêzînê em binerin bê îcar tu çend kîlo ye.

                      Dawo qet ti?tek negot, sola xwe derxist, kincên xwe ji xwe kir tenê derpî li ser xwe hi?t û hêdî lingên xwe danîn ser mêzînî. Lê çi mixabin ku mîla mêzînî, kîloyên wî weke yên berê nî?an da. Dema Serbaz çav li kîloyên wî ket hêrs bû. Bi qêrîn ji wî re got:

                      – Peya be! û bi dengekî berztir axaftina xwe domand.

                      – Diya te heye?

                      – Na! qomandarê min!

                      – Bavê te heye?

                      – Na qomandarê min!

                      – Ma tu çima nabêje ku ew ji derdê te mirin in.

About The Author