Hevserokî na, Hevjînî erê!

Partî û rêxistinên Kurd her ku diçe ber bi ?aristaniyê ve gavên çargavkî davêjin. Yek ji van Rêveberiya Hevserokatiyê ye. Me jî biryar da ku em ji niha û...

hevjîn

Partî û rêxistinên Kurd her ku diçe ber bi ?aristaniyê ve gavên çargavkî davêjin. Yek ji van Rêveberiya Hevserokatiyê ye. Me jî biryar da ku em ji niha û pê de Lotikxanê bi Hevjîniyê birêve bibin!

Pi?tî DTP û BDPê niha jî li ba?ûr her çiqas rasterast ne bi navê Hevserokatiyê be jî sîstemeke di?ibe wê ji bo PDKê tê saz kirin. Berî ku ev mesela Hevserokatiyê zêde belav bibe me dest danî ser meselê û çareyek jê re dît. Ew jî Rêveberiya Hevjîniyê ye. Ji jin û mêrekî pêk tê û heta bi sê telaqan sond neyê xwarin hevduberdan an jî veki?îna ji rêveberiyê ne mimkun e.

Em ji bo Lotikxanê jî Rêveberiya Hevjîniyê difikirin. Namzetên me yên Hevjîniyê jî diyar bûne. Namzetên me yên herî populer ên ji bo Rêveberiya Hevjîniyê Xaltîka Fatê û Sofî Xelef in. De werin em bi dengên we hilbijartina xwe pêk bînin û heta axretê Hevjînên Rêveberiya Lotikxanê hilbijêrin.

Her wiha em vê pê?niyarê li hemû partî, rêxistin, dezgeh, komele, sazî, gund, navçe, bajar, çiya û zozanên Kurdistanê jî dikin ku Rêveberiya herî ba? Hevjînî ye. Bila ew jî rêxistinên xwe bi vî awayî ava bikin, wê ji sedî sed serkeftinê bi dest bixin.

Baldadarî: Pi?tî Rêveberiya Hevjîniyê pêk were stranbêj wê hew karibin bi navê ‘Serokê Min’ stranan bistirin. Lê li ?ûna wê dikarin stranên mîna ‘Ez ji te hez dikim’ bistirin.

Wê bidome…  Sibe be?a 2 yan; ‘Çima Hevjînî?’

Ji bo Be?a 2 yan vir bitikînin.

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Nûrî Çelîk
    16 März 2010 at 09:28

    Bajon Sofî Xelef û Xaltîka Fatê bajon……Ez wek endamê rêveberiya Lotikxanê raya xwe li gel pê?niyara Navenda Lotikên Germik didim Sofî Xelef û Xaltêka Fatê.
    Bi silavên germik û nermik.
    Bijî serokler Sofî Xelef û Xaltîka Fatê.
    Bi lotikê germik û nermik em bi werene ey SEROKLER……
    Nûrî

  • BARZAN
    16 März 2010 at 15:34

    Iroj kewimek bè xesiyet,bè shèref noker u teresen kewimen xwu,ye bè edelet ,bi naven ol ,u bi nave neteveperestiyen fa§isti heri§a Helepce bi hezaran kurd sheid kirin.ey hovè dilokan,jakavi ,xwinriji,talani,dizi ,u hizi,karen vè u naven venè a dueminè.em vè dinasin,kewimen be xesiyet .em zanin hun cavani ji dil u can CI pe§ke§i,le§keren xaci,Napolyon,Ingiliz u fransiyara pe§ke§ kirdin. me qeseba helebceye dit.quna qulika diya viè teresè ereb bi biyà,diket vir ji.dema qerxane Bagdadè namusa kewimè xwu bi 2 filizi pe§ke§ dikir.pi§ti ji ,ji tirsà li nav guyè xwu 3 meh gevizi.tali u tali geber bu.diktatoren kewimè bè xesiyet axir u axir layik bo vè xemiyayi.mirin bo kewimen geni u pis, gemari.BIJI KURD U KURDISTAN.

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...