Aha ji were demokrasiya virqo!

Aha ji were li mînakeke demokrasiya dewleta virqo binêrin û xweliya heft welatan bi ser rûre?iya demokrasiya wan a derewîn de bibarînin. Dewleta virqo, bê ?erm û fedî behsa demokrasiya herî pê?ketî dike, lê bi kiryarên xwe jî hetka xwe tîne.

Dadgeha dewleta virqo dixwaze çavê me bi ?ûrê demokrasiya hemdem bitirsîne û du dayikên kurd, yek jê 77 salî ya din jî 67 salî bi?îne hepsê. Lê dewleta virqo, berdevk û deshilatdarên wê, vê rûre?iya xwe nabînin û bi gelaciyan ji me re behsa maf û azadiyan û çareseriyên demokratîk dikin.

Du dayikên kurd ji ber ku di sala 2006an de, be?darî çalakiyekê bûne û ligel dirû?man posterê Abdullah Ocalan hilgirtine, 10 meh cezayê hepsê li wan hat birîn. Dadweriya dewleta tirk cezayê deh mehan ê ji bo dayika 77 salî Adîle Ortaç û dayika 67 salî Mûnîn Yaman ku li Îskenderûnê dijîn pesend kiriye û niha çav li rê ye wan herdu dayikên kurd bi?îne girtîxanê. Parêzerên dayika Adîle û Mûnîn ji ber ku bi herduyan re jî nexwe?iya ?ekir û tansiyona hîper heye ji dadgehê xwestine ku, wan ne?îne girtîgehê û amadekariya serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dikin.

Gelî lotikvanên bêîtaet, vaye hûn jî dibînin bê dewleta virqo çiqas dûrî demokrasiyê ye û heta ji dayikên me yên kezeb?ewêt re jî heps û zîndanan rewa dibîne. Demokrasiya ku qal dikin yan em hay jê nîn in yan jî demokrasî hebe jî ji bo kurdan tune ye…

About The Author