Xalê me Alinak jî ket ber lotikên Kasimpaşalî

Dozger, dadwer û dadgehên hikûmeta Kasimpaşalî Receb, wek gur û keftaran êrîşî Kurdan dikin û bi taybet jî bi bahaneya endametîya KCK ketûber Kurdan didin ber xwe, wek dozerê wan diperçiqînin. Hikûmeta ku qîreqîra wê ye û ji kerr û lalan re behsa demokrasî û mafê mirovan dike, Kurdan naxe şûna mirovan û rê li ber xebata wan a demokrasî û azadîyê digire, derî li ser wan digre, destê wan kelemçe dike û berê wan dide zindanê.

Dozgerên dewleta Kasimpaşalî Receb, xalê me Mahmût Alinak jî dan ber lotik û zîtirkên xwe û berê wî dan zindanê. Mahmût Alinak ê ku ji siyaseta BDP ne razî bû û di nav hewldanên damezirandina partîyek nû, partîyek Kurdewarî de bû, bi sedema endametîya KCK hat girtin û berî ku bi miradê partîyek nû şad bibe, derîyê zindanê jê re vebû.

Ez serê we neêşînim hevalno, Kasimpaşalî Receb û generalên xwe bûne wek dîkên ser sergo û ha ha serê Kurdan dinikilînin. Wê kengî rovîyekî şareza ji nav Kurdan derkeve û bi qerpika wan dîkan bigre nizanim. Lê ez dibêjim heta siyaseta başçawîşên KCK û BDP ev siyaset be, heta şer ji Kurdistanê dernexin û berê keleşên xwe nedin metropolên Tirko, aborîya wan serûbino nekin, jiyanê li civaka wan a sosyete heram nekin, wê her û her serê wan di nava qûmê û dûvê wan ji derve be ellawekîl…

De xwedê kerîm û rehîm e hevalno. Emê li benda rovîyê xwe bin, îcar îsal tê, sed salên din tê, tê yan nayê tewkelî bi xwedê…

Mardînqapî / Amed

About The Author