Wexta diranê mirov diêşe tirsa diransaz dikeve dil û hinavê mirov. Gelek car ji tirsa hinek kes êşa diran dipejirînin, lê dîsa jî naçin ba diransaz. Gava behsa êşa diranan vedibe, qewlik û metelokên diransazan jî tê vegotin bi xof, bi tirs û carna jî bi ken.
Rojekê jinikek sosyete ji ber êşa diran , bi tirs diçe diransaz. Diransaz xêrhatinê lê dike û dibê “ Keremke li paldankê rûnê ez mêzekim çi bûye?”
Jinik neçar li paldanka diransaz rûdinê . Diransaz haceta xwe hildide destê xwe û dibê “ Ka devê xwe veke xanim “
Dibe ayyy, offf a xanimê, diransaz dibê “ Te hîna devê xwe venekiriye û min hacet li diranê te nexistîye, tu çima dikî ayyy offf ? “
Jinik bi dengekî nimz dibê “ Xwezî ez niha bizama, min zarokek bianîya dinyayê ji vî halî hêsantir bû. “
Diransaz hacetê dike devê jinikê , jinik cardin diqîre “ Ayyy offff ! Zayîn ji vî halî hêsantire “ filan û bêvan.
Diransaz ji nişka va haceta destê xwe datîne dibê “ Deqekê misade bike (destur bide) ez paldankê eyar (mîheng) bikim, dixwazî ez zarok çêkim, bizê; naxwazî ezê diran çêkim “ werhasil.
Ev mesele wek mesela “xwelîserîya demokratik”e, em bixwazin jî nexwazin jî dibên “Emê ji xwe re herêmek hegemonîk çêkin, Kurd çi xwelîyê li serê xwe dikin bila bikin” cîgerim….
Kurdistan