Aqûbet li mêrên Kurd be rebbî…

Jinên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê gihan hev û lotikek bi navê “Konferansa  Netewî ya Jinên Kurd” avêtin. Ev lotika pîroz ji alî Tevgera Demokratîk a Jinên Azad ve hat avêtin û 140 jinên Kurd be?dar bûn.

Ji bakur, ba?ûr, rojhilat û rojava jinên me yên germik û nermik be?darî konferansê bûn û lotikên pîroz avêtin, serê mêrên Kurd bera ber wan dan.

Îcar ez ji we dipirsim gelî lotikvan û doxînsistan:

Madem jinên Kurd karin bên cem hev û konferansek netewî pêk bînin, çima mêrên Kurd xwelîya heft gundan li serê xwe û partîyên xwe nakin û nikarin konferansek netewî pêk bînin ha?  Law ma hatina cem hev û pêkanîna konferans an kongreyek netewî ewqas zehmet e keko? Ma hûn wek jinan jî nayên?

Werhasilî kelam, jinên Kurd carek din li çirra mêrên Kurd xist û qûça wan rakir. Heger birastî mêrên Kurd di doza Kurd û Kurdistanê de samîmî û dilpak in, bela berjewendîyên xwe yên ?exsî û rêxistinî deynin alîyekî, konferans an kongreyek netewî li dar xin, bibin yek û tirrê ji dijminên xwe berdin.

Yan na, bela ji jinên Kurd ?erm û fedî bikin û çarîya wan bidin serê xwe û hûn sax…

Amed

About The Author

2 thoughts on “Aqûbet li mêrên Kurd be rebbî…

  1. Cava jinen azad yabo?hinek dibejin,em namusa tu kesi ninin.ma rasti?serokè a girti u azada,ji berki,Anne turk,Baba ne bu kurd .u bi ziman Anne dibeji,bes ezè bo xatira sofi xelef kurdi bejim.zevacè be mar,yekheviya be bena.ya yabo ,ya.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.