QEYSÎ / MI?MI? / ZERDELE

                                        

                                  PRUNUS  ARMENÎKA

Qeysî riwakek (nebat) daran e ji malbata gulan tê hesibandin.

Bejna wê 3- 10 mitroyan bilind dibe. Kulîlkên wê berî ku pelên xwe veke dibi?kivin û bi gelemperî spî û peyazî ne. Belgên wê keskê tarî, biriqok, dilane û rexên wan bi gelemperî xet-xet in. Pi?tî kulîlkên wê diwerin (diwe?in) cihê wan fêqîyek kesk digire. Ew fêqî pa?ê mezin dibe dibe fêqîyek zer, zerpeyazî, piravî û ?irîn. Di nava wan fêqîyan de dindikek qa?il hi?k û di nava qa?il de jî kakilek wek yê behîvan heye. Di bingehê de dibin du cûre, yên dindik ?irîn û yên dindik tahl. Bi gelemperî ji yên dindik tahl re “zerdele” tê gotin. Têdahîyên qeysî û zerdelê hema hema wek hev in. Tenê têdahî û tama dindikên qeysî û zerdelê ji hev cuda ne. Dindika keysîyê ?irîn e, jibo çerez, rûn û aroma; ya zerdelê jî di sanaîya kosmetîkê te jibo melhem û di sanaîya dermanan de jî jibo dermanan tê bikaranîn. Hinek welatên wek Brîtanya dindika tahl jibo nexwe?ên ?ekir bi kar tînin.  Lê rojê ji 5 liban zêdetir divê neyê xwarin, an na wê kesê dixwe pê bi jehrî bibe.

Welat û dîrok: Welatê qeysîyê rojavayê Çînê ye. Dîroka wê xwe digehîne 5000 salan berjortir. Cara ewil bi rêya Çînîyên hêsîr derbasî Hindistanê bûye û li wir dest bi çandinîya wê hatîye kirin. Ji Hindistanê derbasî Îran, Kurdistan û Ermenîstanê bûye. Lê ji ber ku di axa Kurdistanê de pir ber dida, Kurdistan bûye welatê wê yê duyemîn. 400 sal berî zayînê (milad) Îskenderê Bilqirnî (Makedonî) bi xwe re anîye Anatolîyê. B.Z. di sedsala yekan de, di dema ?erên navbera Îranî û Romayîyan de tacirên Ermenî qeysî bi xwe re birine Îtalya û Yewnanîstanê. Lewre navê xwe yê  Latînî bûye “prunus Armenîka”.

Di sedsala 13an de çûye Spanya û Brîtanya, di sedsala 17 an de çûye Fransa û Amerîka. Niha li tevahîya Asya Navîn, Amerîka, Afrîqa û welatên derdorên Derya Spî çandinîya wê tê kirin. Lê yên herî bi qalîte û nirxbilind yên bakurê Kurdistanê bajarên Meletye, Êzincan, Xarpût û Ixdir ê ne. Ji % 90 qeysîyên hi?kkirî yên diçin Ewropa ji qeysîyên van bajaran in. Salane 200 milyon dolar ji ticaretîya van keysîyan dikeve Tirkîyê.

Berkevkirin: Qeysî dema digehin tên berhevkirin. Dindikên nava wan tên derxistin,

pa?ê dikin e?babî (hi?kkirin)  yan jî pestîq, benî, rêçal. Hinek hema bi dindik ve dikin nav tûrikên cemedparêz û dikin nav cemedxanê. Hinek ji yên kesk dikin tir?î.

Têdahîyên qeysîyê: Protein, Rûn, Lîpîd, Karbohîdrat, Hesin, Kalsîyûm, Ni?aste, Sodyûm, Potasyûm, ?ekir, Fosfor, Pektoz, Selîloz, Asîdên organîk, Madeyên Înorganîk, Vîtamîm A, B1, B2, B17, C,  û hwd.

Têdahîyên kakilên qeysîyan: Kasîyûm, Magnêzyûm, Betakaroten, Siyonît  Vîtamîn A, Cureyên B, Na, K, Ca, Fe, Zn, Mn, Nî, Co û hwd. Heman têdahî di rûnê kakilê de jî peyda dibin.

Bikêrhatîyên qeysî û zerdelan: 1- Bedenê ji mîkrob û kulikan diparêze û çerm xwe?îk dike 2- Çermê bedenê diparêze û jibo kewandina kul û brînan bi kêrhatî ye 3-Pê?îya brînên a?ikê(mexde), rovîkên diwazdepêçî digire û jibo qencbûna wan dibe alîkar 4-  Teralîya rovîkan ji holê radike 5- Pê?îya pence?êhran digire  6-Kezîyên dil bi hêz dike û pê?îya kîlostandinê digire 7- Gurçikan dixebitîne û bêzên sefrayê paqij dike 8- Jibo bawesîrê bi fayde ye 9- I?tah vedike û xwînê çêdike 10- Westîyana bedenî û ruhî hiltîne 11-  Jîy û rehan bi hêz dike û li hember bêxewîyê gellek ba? e 12- Qebizbûnê hiltîne 13- Jibo xwe?îkbûna çerm yekûyek  e  14- Stresê hiltîne, xebitîna mejî bi rêkûpêk dike 15- Tehmîra xirabûnên mêlakê (kezeb/cergê re?) pêk tîne 16- Rolek mezin jibo tekûz û zeximbûna hestîyan dilîze 17- Hêza zayendî (cinsî/seksî) zêde dike û kevirên gurçîkan kêm dike 18- Tesîra alkolê hiltîne û hwd.

Bikêrhatîyên rûnê dindikên qeysîyan: 1- Zindetîyê dide çerm 2- Pê?îya qirmiçokên ji kalbûnê tên digire 3- Pinik û lekeyên çerm ji holê radike û hwd.

Ji Unîversîta Înonî ya li bajarê Meletyê  Prof. Dr. Alî Otlu dibêje :” Me di lêkolîn û ceribandinên xwe de peyitand (tesbît kir) ku qeysî jibo pence?êhr, têrnekirina mêlak, pê?îlêgirtina qirîzên dil gellek bi kêrhatî ye. Herweha me dît ku qeysî bandora alkolê ya nerênî jî hiltîne. Min ew lêkolîn û ceribandin bi Doç. Dr. Bayram  Murat Asman, Doç. Dr. Feral Oztûrk, bi weqfa lêkolînên qesîyan li Meletyê bi hevre pêk anî. Encamên lêkolînên me di kovarek zanistî li Y.D.E jî bi Îngilizî belav bû”.

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje:” Qeysî fêqîyek nirxa xedîkerîya wê bilind e . Fêqîyek jibo tenduristîyê pir bi fayde ye. Li ser sîstema jiy, reh û hêrs ê pir bi bandor e. Jibo kesên hêrsok, kesên bi beden û mejî karên giran dikin û diwestin, kesên bêxewîyê dikê?in zehf bi fayde ye. Kesên ew arê?e heyî, hewceye xwarina qeysîyan ji xwe nehevi?înin (kêm nekin). Qeysîyên pi?tî xwarinan bên xwarin hezmê hêsan (sanahî) dikin, i?tah vedikin, xewê tînin, qebizê hiltînin. Herweha qeysî pê?îya pence?êhran digire û aramîyê dide bedenê. Faydeyên qeysîyên hi?k ji yên ter zêdetire. Xwe?ava wê jî gellek bi fayde ye û çi bandorên wê yên nerînî nînin”.

Prof. Dr. Kur?at Aydin yê Ûnîverisîta Selçuq Fakûlta Tib ê ya Meram dibêje :” Hewceye kakilên dindikên qeysîyan gellek neyên xwarin. Ji ber ku têde “sîyûnûr” heye, ew madde jehrek mirovkuj e. Bila kes bi ?irînbûna wan nexape. Di salê de ji 100 kesan zêdetir “xasma zarok” ji ber jehrîbûna dindikên qeysîyan tên cem me. Mixabin hinek ji wan zarokan jîyana xwe jî ji dest didin. Ji pênc lib (heb) an zêdetir xwarin ne ba? e”.

Bikaranîn: 1- Rûnê qeysîyan 2- Maska qeysîyan 3- Qeysîkebab.

1-      Rûnê qeysîyan: Hûn di?ên jibo alîyê hindur 2-3 dilopên rûn berdin ser pirtek ?ekir, parîyek nan anjî niv fincan av û bixwin /vexwin. Jibo derva jî  bi çend dilopan masaj bikin.

2-     Maska qeysî û sêvan: (Jibo lekeyên re?, pirzik û xwe?ikbûna çerm) Mexzeme: Sêvek sor, ?irîn û bi avî, 4 qeysî,  niv qedeh çayê av.

Çêkirin: Qa?ilê sêvan bi ziravî jêkin, sîsikên (dindik) wê derxin lê go?tê derdorê dindikan yê nerm  jê nekin. Dindikên qeysîyan jê derxin, av, sêv û qeysîyan pêkve (pevre/li gel yek)  di bero?ekê de 6-7 deqîqan li ser agirê kêm bikelînin. Pa?ê ji ser agir hilînin û di bilinderê re derbas kin. Ku hinekî sar bû li çermê xwe xin. Bila 30 deqîqan bimîne û pa?ê bi ava normal bi?on.

3-     Qeysîkebab: Li gor hewcedarîya xwe hinek qeysîyên gehe?tî lê hi?k, dindikan jê derxin. Go?tê qutayî (qîyme) wek yên kiftikan bistirînin, parçek qeysî yek kivtik li ?î?an xin û bikin firnê yan jî li ser mengelê sor kin ( wek kebabên adetî bi bacan an jî bacanên re?)

About The Author