KEKO DEV JI VAN GOTINÊN VALA BERDE

Di sala 1960 an de dewleta Romîyan 55 kesan ji malbatên Kurdan yên bijarte wek malbata ?êx Seîd, Bucaqan û hwd digirin û dibin hebsa Sêwasê. Ji wan Faîq Bûcaq û bavê wî jî têde 15 kes ji malbata Bûcaqan in. Pa?ê wan her yekî sirgûnî bajarên roj avayê Tirkîyê dikin.

Dema ew di hebsa Sêwasê de nin, Serhat Bucaq jî diçe seredana wan. Dema Serhat bi bav û bapîrê xwe re qise dike, serle?kerek (bînba?î) tê guhdarîya wan dike.

Ji ber ku Bûcaqan jî pi?tî ?ikestina ?ore?a ?êx Seîd gellek zilm, teda û qetlîam ji destê cendirman dîtibûn, bavê Faîq hema bi Tirkî dibêje: “Xwedê ji dewleta me razî be, xwedê kêmasîya dewleta me neke, xwedê dewleta me ji ser serê me kêm neke” filan û bêvan.

 Li ser van gotinên bavê xwe, Faîk Bûcaq zehf diqehire û ji bavê xwe re dibêje:” KEKO DEV JI VAN GOTINÊN VALA BERDE” û dibilîne.

Îcar mesela me li ser malbata Bûcaqan bû.

Kek Sertac Bûcaq dev ji partîya xwe berda û hat ser xeta bavê xwe. Lê ez meraq dikim ka wê kengî kek Serhat jî dev ji partîya xwe berde û vegere ser xeta bavê xwe.

Bi vê minasebetê ez 45 salîya damezirandina PDKT bi dil û can pîroz dikim.  Bi vê serpêhatîyê ?ehîdê mezin Faîk Bucaq (Zinar), hemû ?ehîdên PDKT / KUK ê û hemû ?ehîdên ku jibo Kurdistanê canê xwe gorî kirine bi bîr tînim.

About The Author