XALÊ ME SIRRÎ DÎSA ÇEND LOTIK AVÊTIN

Xalê me Sirrî dîsa çend lotikên Kurdewarî li meclîsa ezîm a Qasimpaşalî Receb abê avêtin û bi dengekî bilind qîr dan û got: “Weleh, bileh û teleh em ne Tirk in, em ne cewrikê dêlika Asenayê ne û em ne ji tovê Moxoliyan in. Çima hûn me fêm nakin babam? Em Kurd in oxlim Kuuuuurd….”

Xuyaye vê carê rehên mêranîyê li xalê me Sirrî şah dabûn, destê xwe li masê xist û pê de çû: Telaq jî nemane ku ez êdî pê sond bixwîm, lê dîsa jî ez bi bêtelaqiyê sond dixwim ku Reco ji min zahftir dizane ku em Kurd in. De heyran, eger Recoyê Gurcî xwe Tirk dihesibîne, sed caran lê pîroz be, lê bimbarek be û bila Tirkîtî bi ser û binê xwe ve jê re be…”

Xalême Sirrî li avêtina lotikan domand û got: “Heke pirsgirêka Kurd di heyamê Misto Kemalê Makedonî de çareser bibûya, îro ne Dewleta Kûr hebû û ne jî ya tenik dima, wê ew dewlet tev ketibûna binê poxana gundiyên Kurdistanê.”

Lê belê xalê me Sirrî çend lotikên nermik û hênik li seyda Fethullahê nîvKurd jî xist û got: Fethullah Xoce gotiye ku di aştiîyê de lihevhatin heye, di lihevhatinê de jî aştî heye. Aferîn cîgerim, bi namûs em wek Kurd van gotinan girîng dibînin û em dixwazin ku Qasimpaşalî Reco van gotinên Seyda têxe jiyanê” filan û fîstan.

Dîsa Sirriyê lotikvan li ser Komara Tirkiyê jî ev lotikên bêîman avêtin û weha peyvên xwe hûnand: “Binerin ewladim, ev not sal in ku Komar heye. Vê komarê ji xên ku şer bi Kurdan re bike, karekî din ji xwe re nekiriye û hemû cûre çek û teqemenîyên nûjen hem ên çepan hem jî ên rastan li ser Kurdan ceribandiye. Lê dîsa jî Kurd weke çiyayê Agirî û Cûdî yên  Kurdistanê xwe ragirtine, wê xwe ragirin û hesabê we bi xirrê xwe nakin” filan û bêvan.

Xalê me Sirrî Beg di dawÎyê de ev peyamên xweşik û nermik lê bê qîr û xêrs gotin:

Bi namûs, bi telaq, bi son û selewat ev Erqenekon qatilê me Kurdan e jî, qatilê hemû kesên ku ne Tirk in jî.

Lawo Reco, de were em vê pirsgirêkê çareser bikin oxlim. Eger tu nekî, wê lingê aşê (êş) li te jî hildin.

Were em van çekan bavêjin, eger tu neyê wê rojekê bibin bela serê te jî cîgerim.

Lawo Reco, were, bi telaq em Tirkiyê parçe nakin, were em hema xeteke sembolîk ji deryaya Reş bikşînin hetanî ser keviya Deryaya Sipî û piştre em çîtik bavêjin, yan jî tu kîjan alî dixwazî bila ji te re be. Lê eger Rojhilat ji te re ket jî, bajarê min Mûs ne tê de ye haaaaaaaaaaaaaaaaaaaa…..

About The Author