Rûxandin

Vê rojê çi binîvêsim

Çi tevnê ji fedîkariya xwe re

birêsim

Û berfa çavên te

Zozanên destê min

Xemilandiye,

Firi?teyên helbestê

Li bejna lawaz dihêwirin

Û bayê porê te ewrê

Sawêran ?erpeze dike

Divêm ristekê bo te

Bihûnim

Lê keriyê evîna te

Delavê dil ziwa kiriye,

Kesera te…

Wek ava bi xu?-xu?

Diherike guhê min

Çawa xêzan bikê?im

Û tereza rondikên te

Zeviya gotinê

Talan dike

Erê binef?ê

Xewna wek efsana

Hêviya ser pi?ta

Leylanê

Ji tenaziyên te cis bûme

Nema dikarim gazinan

Hembêz bikim

Tu jî lêbûrînan bin pê bike

Kanî ziwa bûn

De?t û dol zer bûne

Û pêlên westanê

Li per avên rûxandî

Min bi ich dikin.

Ekrem tehlo

About The Author