Kak Nêçîr guhê Tirkan ki?and

Serokê pê?erojê, serokwezîrê germik û nermik kak Nêçîrvan Barzanî, ji kovara Gulan re axivî û çend lotikên germ û nerm avêtin.

Nêçîrvanê me bi taybet pirsa Kurdên bakur anîye zimên û ji bo çareserkirina pirsgirêkê PKK wek mixattab nî?an daye û guhê Tirkan ki?andiye.  

Nêçîrê me dîn û îmanê xwe avêtiye û gotiye „Tasfîyekirina PKK ti?tekî pir xelet e kaka. Divê ji bo çareserkirina pirsa Kurd êdî dest bi hevdîtin û dan û stendinê bê kirin. Tasfîyekirina PKK ne çareserî ye, divê PKK ji derveyî pirsgirêkê neyê hi?tin. Divê PKK wek mixattab bê girtin û siyasetek li gora wê pêvajoyê bê me?andin“ filan û bêvan.

Serokê pê?erojê Nêçîrvan Barzanî, bi dewamî dîsa çend lotikên maqûl avêtiye û gotiye Pi?tî ?erê 30 salî derket holê ku pirsgirêk bi ?erê çekdarî çareser nabe. Êdî Tirk nikarin Kurdan înkar bikin, ew çîrok derbas bûn. Divê herdu alî (dewlet û PKK)  bên cem hev û çay û qehweyek ?îrîn bi hev re vexwin. Divê PKK jî bi aqilane tev bigere, dev ji lotik motikên ku ne di berjewendîya Kurdan de ye berde kaka“ û ling avêtiye ser lingê din.

Werhasilî kelam, kak Nêçîr pirsa Kurd wek pirsek siyasî bi nav kir û guhê herdu alîyan jî ki?and ku bên cem hev, dev ji lotikên ?er berdin û di ?ûna kele?kofan de qelem û defteran bi kar bînin.

De xwedê kerîm û rehîm e kaka.

A bi xêr çi be bela yezdanê pak wê bike..

Hewlêr

About The Author

5 thoughts on “Kak Nêçîr guhê Tirkan ki?and

  1. spasi j? bo serok barzani herdem mala barzan j? bo yekiti u tifaqa kurdan amadene xebatek p?r g?r?n dane j? bo kurd u kurdistane bona pi?tg?rt?na çareseriya ?erê azadiya kurdistana bakur spasi yen xwe bo kek nêçir di?inim
    seroke pe?eroja kurdistane…

  2. we roje pireki gotinek pirr xwes got, go di bin her gotineka kurdi de, ser pehatiyek heya. go gelo hun dizanin, ci ma di bejin ku ZOR GEZERA RADIKE????

  3. Xwezî rast buya ev xewin lê mixabin her roj Tirk guhê Nêcîr badidin û desthilatiya xwe li bashûr firehtir dikin… Bi hêviya wê rojê ku Nêcîrvanê me Nêcîra dijminan bike ne her tim here nêcîra belengazê kurd bike, û bêje PKK cima sher dike…

  4. d?be kû em kurd tev nexwedî f?krek anjî ramanek anjî bîr û bawerî felsefe welhas?l……
    d?be h?nek j?me musulman ,h?nek éz?dî,h?nek qom?nîst,h?nek sosyalîst h?nek qûn alîst b?n . d? nava xwede xwedî f?krén cûrbecûr b?n.d?be kû g?lî û gaz?nén me j? hev heb?n.d?vé ev t??t neb?n sedema j? hev dûr ket?né ,d?vé neb?n sedema j? hev ac?zbûné.haaa ç? rexneyén me heb?n emé d? rûwé hevde j? hev b?k?n lééé ??? dema dor hate welat emé van t??tan tevî deyn?n deverekî dest b?d?n hev tev b? hevre j?bo serf?razîya welat ç? laz?me em wé b?k?n….

  5. kak Nêcîr;
    weke mesela Nêcîrvanê ji xelkê re masî girt ji xwe re yanî kurdan re kûsî girt e.. mixabin!!!!!!!!!!!!!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.