Yekzimanî

Gava em li ser vê pêvajoya nûjen û rindik diramin kêfxwe? dibin. Mijar; duzimanî ye, pirsa me jî ‘çima mijar nayê ser yekzimaniyê’ ye.

Daxuyanî û ragihandinên vê dawiyê yên li ser çalakirin û xebitandina zimanê Kurdî ya ji bo her qadên jiyanê dihêle ku em bêhemdî xwe rabin lotikan û herin ba derdorên heta niha zimanê me li me heram kirine qûretiya xwe bikin. Lê çi fêde em hê jî ji tirs û metirsiyên xwe rizgar nebûne, hînî siyaseteke bi pergal û domdar nebûne.

Van rojan li Kurdistana Bakûr bi pê?engiya siyasetvan û ?aredariyên Kurd, hewldanên ji bo duzimaniyê hene û tê xwestin, ku çi fermî çi ne fermî li hemû qadên jiyanê du ziman bêne bikaranîn û xebitandin. Ev helwesta ku tirsek mezin xistiye nav parêzvan û berevanên dewleta tirk zorê dide, ku guherîn bê ?ûr û mertal pêk werin.

Bi van daxwazên rewa yên kurdan derket holê ku, daxwazên wan her çi bin jî dewlet ji ?er û pevçûna bi kurdan re natirse û dikare her û her li hember kurdan ?erê çekdarî bidomîne. Lê di qonaxa niha de, çawa ku dengê çekan hinekî hate birîn û daxwazên kurdan bi awayekî e?kere li ber wan hatin raxistin, tirsa wan a mezin jî xwe da der.

Wek ku her tim li ser daxwazên kurdan xwedî helwestên hevpar in, vê carê jî li ser mesela duzimaniyê ji berê ve hemû serok û berdevkên komarê dîsa bi yek zimanî dengê xwe bilindkirin û mafê duzimaniya kurdan wek metirsî û sedema parçekirina welat nirxandin. Ango ew bi yek zimanî li dijî daxwaza jiyana bi du zimanan derketin.

Li gor wan divê kurd ji du zimanan yekî hilbijêrin. Ew yek jî helbet zimanê tirkî ye û bi qanûnan hatiye misogerkirin. Lewma hewceye tu kes li vî welatî dernekeve derveyî zagonan û di kar û barên sînorkirî yên fermî de qet zimanê xwe yê duyem nexebitîne. Heke na xwedê neke wê zimanê kurdî bibe sedema parçekirina welat û komara Tirkiye wê xêrekê ji xwe re nebîne!

De ba? e, em ji daxuyanî û balki?andinên wan, bi helwesta aliyê parêzvan û dergevanên komarê têdigihîjin û ji yekzimaniya wan agahdar dibin. Lê belê li aliyê kurdan jî duzimanî heye. Û van demên dawî ev helwesta duzimanî ji bo berzkirin û hilgavtina asteke bilind a Kurdî tê nî?andan.

Dibêjin êdî em li benda guhertinên qanûnan nesekinin û li hemû qadên jiyanê, hem bi nivîskî hem jî bi devkî ligel zimanê tirkî emê zimanê kurdî jî bixebitînin. Ev gotin û daxuyanî helbet ba? û bela? in û cihê kêfxwe?iya gelê Kurd in. Lê belê ji aliyê kurdan ve jî tirs û metirsiyek li ser vê mijara duzimaniyê heye. Ew jî têgihî?tin û fêmkirina vê pêvajoya duzimaniyê ye.
Ji ber vê çendê hin pirsên me li ser duzimaniyê hene.

Gelo, ev helwesta duzimaniyê nikare bi yekzimaniyê veguhere?

Gelo, duzimanî li ber siyaset û boçûnek hevpar nabe asteng?

Gelo, xweseriya demokratîk ku tê xwestin, ger duzimanî hebe, wê dîsa di bin ban û siya tirkî de be?

Gelo, siyaseta duzimanî ji bo rûni?tandin û bicihkirina yekzimaniyê tê çi wateyê?

Gelo, ji bo siyasetmedar û rêvebirên me helwestên duzimanî yan jî yên yekzimanî û bi berdewamî bi kêr in?

Gelo, ev duzimaniya ku bi taybetî ji bo pê?xistina kurdî em bi kêfxwe?î qala wê dikin, wê di nav jiyana gel û rêvebirên gel de çiqas bi cih bibe?

Pi?tî van pirsên ku li ber bersivên xwe ne, hêvî dikim; bê cudahî a?tî, biratî û serbestiya hemû zimanên cîhanê pêk were û her zimanek ligel xelkê ku wî zimanî dixebitîne bi awayekî azad û serfiraz bijî…

About The Author

5 thoughts on “Yekzimanî

  1. Law babam de hun dev ji vê du zimaniya kunde berdin u werin ser îmanê. Bi du zimanî shansê kurdî u kurdan qasî culikê pîzavê jî tune, bila kes xwe bi vê gotina berdîberdayî nexe nav embera garisê. Ji ber ku him siyaseta belash u him jî bingeha vê yekê tune. Ne mirov ne jî heywan dikanin bi du zimanan bikevin nav têkiliyê, yanî benî adem hertim zimanekî ligel peyîvînê bi kar tîne cîgerlerim.

    Bi baweriya min chiqas leqleqên vala u zirzop hene, di nav siyaseta me kurdan da bune îdeolojiyên gemar.
    Mêro pishtî sherê sî salan hîn jî nikarin mafê kerekî jî ji tirkên dolheram bixwazin. Aha ev jî buye siyaseta qerase ya sererd u binerd ellawekîl.

  2. Em Qoserî jixwe ji berê de yekzimaniyê diparêzin. Li nav malbat, kolan, kuçe û sikakên Qoserê, ji bilî qereqola bênamûsa û meqama qeymeqêm, zimanê kurdî serdest e û divê siyasetmedar û lotikvanên kurd ne xwe û ne jî bixapînin…
    Bijî zimanê kurdî
    Bijî Kurd!
    Bijî Kurdistan!

  3. Têbinî: … û ne jî me bixapînin… (me) ji nav tiliyên min reviyaye. Biborin.

  4. Mala Faruqê Devliken ava bî. gotinek xa$ gotî ye, ez nikarim edî ti$tekî din lê zêde bikim. Tenê dixazim bibêjim bila peyva „..zimanê kurdî serdest e“ jî neyê karanîn, ji berku wê demê dîsa dibe weki „du ziman..hwd“.!

  5. Kekê R. Sitav, spas ji bo pê?niyara te. Rast e, divê min peyva „serdest“ bikarneaniba. Jixwe bi tenê kurdî heye, lê ji bo zimanê tirkî li welatê bav û kalên min xwe bindest û sêwî bibîne û his bike, min bikaranî…
    Li gel silavan…

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.