Qadoyê tehl û tir?

Qadoyê me yê delal

Dîsa te xêr e?

Tu kar dikî, ji kê re?

Tu dev davêjî ?êrên me yên têko?er

                        û wan pehlewanên seranser,

…ku kê?eya me difiro?in li bazarê

Te jî paldayî,

Tu tew naçî hawarê…!

Çi hatiye serê te?

Kê evqas bîra ya Heineken berdaye nav mejiyê te?

Te xwe li ser me kirî dîkê Misirê?

Tu dikî bifire?

Û te xwe di qada rexnegiriyê de kiriyî leheng

Hergav û herdem tu dikevî ceng?

Ma qey te destûr ji me standî?

Te dara xwe ya bejinbilind li vê ortê çandî?

Te hespê xwe yê kumêt bê fermana me

Ji tewlê berdayî û bezandî?

Tu çi dixwazî ji Ata?

Tu li çi digerî, li van sirta?

Ma tu natirsî ji Xwedê?

Yek ji ni?ka ve li gelçima histoyê te bide?

Ma tu nabînî ruhniya „Serxwebûnê“?

Pertava wê belav bûye li gerdonê?

Heger tu bawer nakî,

Kuro, here bipirse ji Ergenekonê…!

Qadoyê tehl û tir?, lo dilo,

Tu jî wekî Eynoyê Dîkê

Wekî Yehya Silo…

Bi tevir û kêseran

Daketî hember çandeperweran

Tu rexnê dikî li helbestvan

…û wan devkewseran…

Ewên ku rûyên xwe dane xor?îda royê

..û wefadarin  ji bo serokatiyê…

Dixun savarê li a?xaneya bela?

Digerin li koçkên televîzyonê bi berçavk û kila?

..û vedixun çaya bihinxwe?…

Tew tu têdigihî ew çi dibêjin?

Ma tu nizanî ku ewana bûne stûnên baweriyê

Xwedanên dîrokên ji mêj in?

Qadoyê bejinbilind, êdî bes e !

Rew?enbîrê wek te, her bê kes e

Were tu jî serê xwe wek me biçemîne

Tu jî baweriya xwe bi “Ata” bîne

Ew dostê me yê mezin e

Ku çi kes wekî wî nine…

Ewê ji me re „Hukmê Îdara mehelî” ji Erdogan bistîne

…û ewê ji me re taca serê me ji  nav tozê derîne…

Ma qey tu nabînî li ba?ûrê pir û pir piçûk

Hêja Hemîd Haj Derwê? bûye”?ervanok”

Nameyek rêkiriye ji bo “Serok”

…Têde aniye zimên daxwaza gelê me

Serok Esed jî gotiye: “Li me biborîne nezaniya me

Qey rast Kurd wilo li Sûriye bindest in?

Qey em wilo mirovin kevneperest in…?

Ey serokê partiya zor Teqeddumî

Ez ji niha ve mafê Kurdan didim…

Yek bi yek, wan mafan hemî…

Tenha bila Qado dev navêje me

Tema ez jî Ata yê we me…

Keko, ji vê xwe?tir çi heye?

Bo çi hergav û herdem xirtepirta te ye?

Wekî ez dizanim,

pênûsên we hinekan egera koletiya me ye…

Ji roja tu hatî dinê

Tu bela serê me ye…

About The Author