Xweseriya demokratîk, lê xwelî li seriya demokratîk

 Bakurê Kurdistanê parçeyê herî mezin e ji Kurdistana mezin, rast e.
Hejmara Kurdan li bakur ji 20 milyonan zêdetir e, dîsa rast e. Rizgarkirina bakur wê rê li ber rizgarkirina parçeyên din veke, ew jî rast e.
 
Eger me ji rastiya dawî de dest pê kir, her çar parçeyên Kurdistanê ji bo bakur divê têbiko?in, „tevgera apocî“ ev yek bi cî anî, bi hezaran keç û xortên Kurd ji her çar aliyan tev li vê tevgerê bûn. Tevlêbûna van ciwanan ji bo avakirina Kurdistana mezin bû, ku hemû gelê Kurd di bin siya ala Kurdistanê de bijîn, bi ziman Kurdî fêr bibin û sirûda netewî her sibe bixwînin, ti carî wan negot em xwîna xwe ji bo bakur dirjînin, belam digotin armanca me Kurdistan e.

Pi?tî 30 salî ji „tevgera azadiya Kurdistanê“ çi bû? Birayên me yên mezin.. Kurdistana mezin firotin.. beramberê çi birin? ?aredarî qarda?im!! Wey mala min ê, 5 hezar ?ehîdên rojava xwîna xwe ji bo cimhuriyet û qarda?iya Kurd û Tirkan rijandin.
 
Dema „Serok Apo“ li Sûriyê bû û di bin çavdêriya partiya Bees de bû „hevalên apocî“ digotin: „Eger mala te hatibe talan kirin, çi xem e eger te xaniyek berde ji bo rizgarkirina xaniyên din.“ Kêmaqilên rojavayîyan jî ev gotin bawer dikirin û bi hezaran ciwan derdiketin
çiyê.
Dema serhildana „sêwî“ ya Qami?loka evînê 2004 an, dema me li zanîngeha Heleb
û ?amê mangirtin li dar dixistin, xortekî Ereb ji min re got: „Ma Kurd ji Sûriyeyê çi dixwazin, eger rêberê we „Apo“ dibêje Kurdên Sûriyê ji Tirkiyê hatine û Sûriyê bi sîngek fireh ew pê?wazî kirine, çima hûn venagerin Tirkiyê?“
 
Di her serdanekê de „Serok Apo“ ji parêzerên xwe re rexneya rêjîma Tirkiye û Îranê dike, helbet dostên kevin qet nîne bîra xwe!!. Rojnamegeriya Tirk û Ereb gotegotên vegera gerîlayan bo Sûriyê belav dikin, eger ev yek rast be, PYD „apociyên rojava“ ê bi xêr hatin û vegera birayên mezin govendê bigerînin. Lê belê ev birayên mezin ê
mercekî dînin ku zimanê Kurdî serbest be, an ê xweseriya rojava bixwazin û ji bo wê têbiko?in, lê dîsa xaniyê biçûk ê kirê bidin rêjîma Bees??.
 
Di roja me ya îro de ku KCK, KCD, û nizanim hîn çi, bi belavokên bi zimanê Tirkî daxwaza fêrbûna bi Kurdî dikin, li perlemantoyê bi du peyvên Kurdî dunyayê xirap dikin. Eger Tirkan camêriyek xwe kirin û gotin ha ji we re bi kêfa xwe zimanê xwe biaxifin, ji sedî çiqas ê Kurdî bi kar binîn??
 
Li dawiyê ez ji birayên xwe yên mezin re dibêjim, tikaye hindekî me ji bîr nekin, qarda?iya Tirkan û cimhuriyet bila Kurdistanê ji bîra we dernexe. Erê siyaset dibêje bistîne û dîsa bixwaze, lê rêsa û pirensîp divê ji bîr nebin. Ti?t nabe eger BDP û KCD xweserî xwestin, lê „tevgera azadiya Kurdistanê“, çê nabe bibe „tevgera azadiya bakur“ an
„tevgera parastina cimhuriyetê“, çê nabe zarokên me di bin wêneyê Ataturk de fêrî zimanê Kurdî bibin.

Kurdistan

About The Author