Ez li derve bûm. Saetek berê min xwe avêt hundur. Li derve sermayek heye, baweriya we ji Rebê jor hebe. Ya rast tu kes li jor tune ye lê hebe jî bi qîma xwe ye, hema peyvek e û bi zimanê me ve zeliqiye û bêhemdî me car caran ji nav lêvên me dipeke.

Tu kûçik li devê derî girêbide, nasekine; di hundirê saetekê de ya wê sikê xwe rake û xwe li tenûrekê yan jî li sobeyekê biqewimîne, yan jî ji bêtaqetî wê rûh jê here. Karekî min ê girîng hebû, lewma jî min xwe li vê sermê qewimand û derketim derve. Ez ba? dizanim di sermê de ne tu aqil e derketina derve, lê çi bikim heyra pêwist bû derkevim û derketim.

De hûn bi qedrê Xwedê kin, dev ji min û xwe û sermê û derketina derve berdin lo. Jixwe mijara me jî ne ev e. Bihêlin ez têkevim hundir û ka bê li hundir pêrgî çi hatim, bi we re parve bikim wîî…

Ez ketim hundir, bi ketina hundir re min destê xwe avêt qumanda televizyonê û min ew jahrpêket vekir. Jixwe ji ber vê jahrpêketa televizyon û înternetê êdî em nema dikarin bi dilxwe?î pirtûkekê bixwînin, sohbetekê jî bikin…

Berî ku dîsa ji mijarê bi dûr kevim, ez xwe lê biqewimînim.

Di TRT 3ê de pê?birka Rûsya û Tirkiye ya hokeya cemedê hebû. Lîstikeke balkê? e û ji tema?ekirina wê jî hez dikim. Dema çavên min çûn ser skora pê?birkê, ji ?a? û matmayîbûnê devê min çû li pa? guhê min sekinî.
Rûsya bi ?eref û namûsa Tirkî lîstibû. Skor: 23 – 0 bû. Têyî sond bixwara ku Rûsya pisîk e û Tirkî jî mi?k e. Rûsya ji xwe re bi Tirkî dilîst, qerf û henekê xwe bi wan dikir. Hokêylîzên Tirk ziman li wan ki?iyayî li pey gogê bi vir de û wê de zîz dibûn; lê hezar mixabin ku hokêylîzên Rûs gog rê wan nedidan. Ji ?erma hokêylîzên Tirk, ji mêranî ketibûn. Di hundirê xwe de dest bi dûa û selewatan kiribûn da ku pê?birk deqek berî deqê xelas be. Lê dilê wan zalimên Rûs bi Tirkan nedi?ewitî û wan li pey xwe gêjomêjo dikirin. Li ser hevdu xolên din jî avêtin. Skor bû: 25 – 0

Derûniya skora 25 – 0 ne wek tu derûniyan e.

Li rojhilat sih û yek esker ?ehît ketiba, ewqasî bandor li wan nedikir…
Zimanê kurdî bûba zimanê perwerdehiyê ewqasî li ber nediketin…
Hemû sazî, rêxistin û dezgehên Kurdan li hember wan bûbana yek, ewqasî nediê?iyan…

Divê Erdogan dest bavêta vê meselê. Yan na namûs hêdî hêdî dibû bexdûnis. Erdogan telefon da ber guhê xwe û daxwaza çareserkirina vê meselê li Pûtîn kir. Bi bergerîn û rica xwest ku dest bavêje vê meselê.

Erdogan jî ba? dizanîbû kuvev skor wê civakê têxe derûniyeke neyînî. Li ser daxwaza Erdogan, Pûtîn ferman da berdestkê xwe da ku hokêylîzên Rûs xwe hinekî sist bikin û bi sistbûna wan re jî, hokêylizên Tirk bi avêtina çend xolan dilê civakê xwe? û rehet bikin. Du hokêylizên Rûs bi qestî xwe ji lîstikê dan avêtin. Dê li hember pênc hokêylizên Tirk, bi tenê sê hokêylizên Rûs mabûn. Ew ê du deqa bi du hebên kêm bilîstina.

Lê dîsa hezar mixabin, ji dêvla hokêylizên Tirk xol bavêtina, bi du heba kêm, hokêylizên Rûs xolek din jî avêtin û skor bû: 26 – 0

De îcar ew 26 xol ê bibe 26 xencer û ew 26 xencer jî dema Canda? Tolga ??ik û pêgirtiyên wî serê xwe deynin ser bahlîfê, wê di wan re here.

Oxxxxxxxxxxxxx de bixwin haa! No?î can be!

Hiii! Berî ku ji bîr bikim. Gelo pisporê porno û niyhandinê Canda? Tolga ??ik li vê pê?birkê nêriye?
Heger hê namûs û xîret neketibe pozê wî û ji rojnameya Postayê îstifa nekiribe, ji bo wî mijareke xwe? û balkê? e.

Nizanim, heger vê mijarê bala Canda?ko biki?anda, gelo wê çi binivîsanda û wê ew 26 xencer têxista ku dera xwe?

a:) Wê di qûna xwe rakira!
b:) Wê di qûna silsila xwe rakira!
c:) Wê di qûna civaka xwe rakira!
d:) Wê 25 xencer di qûna xwe rakira, ya din jî, pê zimanê xwe jê bikira da ku careke din gûyekî wiha nexwe!
Ya rast, Canda?ê qûnek ne mijara min bû, lê ew jî ket nav. Bila dilê wî nemîne… Ez ba? dizanim ji ber ku bi kurtasî di ser re derbas bûme, wê hinekî ji min dilgiran bibe, lê bi taybetî rojekê li ser wî ez ê nivîsareke qerase binivîsim. Heta wê rojê bila bi van xenceran bi xwe xwe? bîne…

Ez bi dereke xwe têm çavê dereke te…

About The Author