Zor gîzerê radike

Xwedê neyne serê kesî, tirs ti?tekî pir pîs û kirêt e, qû?ê li meriv diqetîne û tirrê di meriv de dike fis.

Pi?tî serhildanên Tûnis û Misrê, serokê Sûriyê Be?aro jî ricifî û tirsê ew girt, qidûm lê ?ikestin. Be?ar Esed ê ku niha di xewnên xwe de kabûsên ku li Tûnis û Misrê çêbûne dibîne, ji rojnameya Wall Street Journal re dest bi lotikan kiriye, jina xwe ji xwe berdaye û soza pêkanîna reforman daye.

Dibêjin Be?ar Efendî soz daye ku reformên siyasî pêk bîne, ewê girîngîyê bide azadîya medyayê, xurtkirina dezgehên sivîl, hilbijartinên herêmî û hinek quzilqurtên din.

Sebeh el xêr ya ?ebab!

Çima heta niha te behsa reformên siyasî filan û fîstanan ne dikir exûyî?

Yan av çûye bin dûvê te jî?

Kuro ez çavê tirsê bixwim û hew. Ma go tirs û sawa mirinê nekeve dilê van dîktator û zaliman, ma tên ser rêya îmanê kuro!

Qami?lo

About The Author

4 thoughts on “Zor gîzerê radike

  1. Ew li xwe naheyire , cihê wî fereye , li rû û çanên wî ba? mêzekin , yanî eger ew herê Saudî erebistanê wê rojê çwalek pere derxê . tê derxin wê bi çi peran derxe ??? yê zanibe diyarî ji wîre heye

  2. yaho ku ez vi kucik bavi debinim
    welat te bira min bi taybet aw zebil
    yani me di got tinge rixa hebun elok
    li ser dighane hev qerka vi be bavi
    tam wek ya wan eloka ya

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.