GÛZA / FISTEQA KAJÛ

  CASHEW

ANACARDIUM  OCCIDENTALE. L.

Gûza/fisteqa kajû riwakek darane ya fêqîyan ji malbata kewzan/kizwan/darabenî?t tê hesibandin. Hinek jê re dibêjin “gûz” hinek jî dibêjin “fisteq”e. Fêqîyek di welatên tropîkal de hê?în tê. Dara wê 10-12 m bilind dibe û bi qasî 30 salan temenê wê heye. Dara wê belgên xwe nawe?îne. Hinekî di?ibe dara pirteqalan. Belgên wê alîyê derve keskê biriqok, di hindur de hinekî mat û kulîlkên wê zer in. Fêqîya wê wek sêvek sor û serni?îv e, di binê fêqîya wê de gûz/fisteqek heye. Ango darek du fêqî ye. Di welatên ku hê?în têt de ji dara wê fêkîya wek sêvê, fisteqa binê wê bi gelek cûreyan tê xebitandin. Lê ti?tê me girê dide fistiqa wê ye û li welatê me bi tenê ji fistiqa wê sûd tê girtin. Bi Tirkî jê re dibêjin “Hindîstan fistigi” û bi Almanî navê wê”Cashew”e 

Welat û dîrok: Welatê fisteqa kajû Brezilya ye . Ji wir derbasî welatên din yên tropîqal bûye. Dîroka wê ba? nayê zanîn, lê bi hizaran salane ji alîyê rûni?tevanên xwecihî wek fêqî, derman û çerez dihat xebitandin. Ti?tê tê zanîn Spanyol û Portekîzan di sedsala 16. an de bi xwe re birine Afrîqa rojava û Hindistan ê û li wan deveran jî derbasî welatên din bûye.  Welatên ku herî  zêde lê tên çandin Hindistan, Brezilya, Angola, Mozanbîk û hwd e.

Berhevkirin: Dema fêqîya wê digehe tê berhevkirin, sêva wê wek fêqî tê xwarin. Rêçal, xwe?av û ?erab jê tê çêkirin. Ji gûza/fisteqa wê rûnek tê derxistin, wek çerez tê xwarin û ji bo ?êranî, paste û kadan tê bikaranîn. Rûnek ji kakilê wê tê derxistin,  ew rûn jî ji bo xwarinan tê xebitandin.

Têdahî: Salanyûm, Magnêzyûm, Çînko, Hesin, Betakaroten,Rîboflavîn, Potasyûm. Rûn û asîdên rûn yên sabit û firek, Vîtamîn D,C, B6 û hwd.

Bikêrhatîyên Gûza/fisteqa kajû: 1- Pê?îya pê?deçûna nexwe?îya ?ekir digire. 2- Bedenê ji nexwe?îyan û jahrîbûnan diparêze. 3- Li hember pence?êhran berxwedana bedenê zêde dike. 4- Li ba jinên dugîyan/hemil/ kêmahîya hesin temam dike. 5- Pê?îya nexwe?îyên hestîyan digire û hestîyan bi hêz dike. 6- Rista/sîstema xweragirînê bi hêz dike. 7- Raçandin û xebitîna- jîy/rehan sererast dike û lêxistina dil/dilkut ê tekûz dike. 8- Hêrsbûnên di dema duganîyê de diarimîne. 9- Zixt/tansîyona bilind dadixe. 10- Brînên di bedenê de dikewîne û bizrê mêranîyê zêde dike. 11- Agir dadixe û bêhna dev ji holê radike û hwd.

Gotinên bisporan di derbarê kajû de: Me di derbarê lêkolîn û ceribandinên klinîgên Unîversîtan de û pisporên taybet çi agahdarî bi dest nexistin. Ti?tên destkevtî yên gelenperî ne. Piranîya pisporan li ser van ti?tên jêrîn li hev dikin.

Ji fêqîya wê rêçal, ji ava wê ?erab, ji dara wê balatên gemî û tirinbêlan, ji bizrê wê yê wek gurçik û lobîyek mezin, rûn û kakila wê wek çerez û ji bo çêjn dikeve nava xwarin, ?êranî, qe?a?îr û hwd.

Ji alîyê tenduristîyê de ji ber ku çînko dihewîne, li hember  persîv/?ewbê bandorek wê

ya paraztinê heye. Rista/sîstema xweragirînê bi hêz dike, ji bo mezinbûn û xurtbûnê bandorek wê ya ba? heye.

 Magnozyûma têde raçandina jîy/rehan û hestîyan bi hêz, xebitîna kezîyan sererast dike. Li ba jinên dugîyan kêmahîya hesin temam dike. Ji ber têdahîya selenyûm, bedenê ji gelek cûreyên nexwe?îyan diparêze, pê?deçûna nexwe?îya ?ekir digire, li hember  pence?êhran berxwedanê zêde dike. Potasyoma tê de taybetîya xwe ya zixt/tansîon daxistinê heye.

Li hember arê?eyên têrnekirina dil, gurçik, ji bo tedawîkirina nexwe?îya sîroz, hepatît bandorek ba? nî?an dide.

Bikaranîn: Dervayî welatên tropîqal, bi tenê kakilên fisteqa/gûza wê, yên bê xwê, wek kakilên fisteq, gûz û bindeqan ji bo hemi cûreyên kade û ?êranî tê xebitandin. Kakilên bi xwê û qelandî wek çerez tê xwarin.

About The Author