Mamê me Ya?ar nîha qûna çapemenîya Tirko

Lotikvanê mezin, mamê me Ya?ar Kemal, nîha qûna çapemenîya Tirko û tirr ji wan berda.

Wek hûn zanin, ji çapemenî û medya Tirk bêbavtir û nîjadperesttir neketiye ser ruyê erdê. Dijminatîya ku medya Tirk li himber Kurdan dike, gur û keftar, çeqel û kûçik jî nakin. Bêbavan bi navê çapemenî û medya azad, êrî? li ser êrî?ê dibin ser gelê Kurd û berpirsên gelê Kurd.

Di vê derbarê de nivîskarê mezin û lotikvanê Kurd (ê ku xizmetek mezin ji çand û zimanê Tirkî re kiriye) mamê me Ya?ar Kemal, çavê xwe girt û devê xwe vekir, da bin dûvê helwesta çapemenîya Tirko û qûn li wan kir çarox.

Mamê me Ya?ar Kemal, di vê derbarê de derzî û ?ûjin di çav û qûna çapemenîyê de rakir û got ku „divê medya û çapemenî bê teref be, alîgirîya terefekî neke, erênî û rasteqîn be û bi pirsgirêkên netewî wek pirsgirêka Kurd nelîze, êrî?î vê doz û pirsgirêka netewî neke“ û tilîya xwe xist çavê nivîskar û gerînendeyên çapemenîya Tirko û virqo.

Ez serê we neê?înim, mamê me Ya?ar Kemal, mêrê bi sed mêrî û bi çavekî, vê carê kêm be jî dilê me rehet kir û pelûlek germ bi serê çapemenîya Tirko de werkir.

Ez vê lotika mamê xwe pîroz dikim û hêvîdarim ku wê xwedayê erd û ezmên çavê wî yê kor rehet bike..

Stenbol

About The Author

2 thoughts on “Mamê me Ya?ar nîha qûna çapemenîya Tirko

  1. Law ez nizanim ku vî mamê me yê tirsonek chi mêranî kiriye?
    Mêro kultura milletê kurd bi gishtî kir milkê bavê tirkan, em hîn jî li dor vî cheqilmastî dichin u tên babam.
    Vî camêrî qîmeta pîzavekê jî nedaye milletê kurd.
    Loma jî cehnem niha li benda wî ye.

  2. Yaw Kalê zimanê tirkî dîsa gotiye “Yan Dîmoqrasî yan qet!“
    Çend sal berê niha jî vê lotikê avêtibû û min dîsa gotibû:
    “Meselê dirêj neke Kalê ‚tirkî‘, ‚Qet(hîç)‘ çiye ka wê jî rave û ?îrove bike kerema xwe. Ji ‚Qet’ê mebesta te Kurdistan be, ka hinekî biwêre û bi wêrekî bibêje Kurdistan. Êdî tirk jî fêrî peyva Kurdistan bûn (hindik maye bi têgeh û rastiya ‚welatekê‘ re bipejirînin, lê Kalê zimanê tirkî, qa?o “ji bo mafê gelê Kurd“ hê jî nawêre bibêje Kurdistan! An derdê te jî ne Kurdistan e, wê çaxê em bi gotinên nasnav(?îfre) nexapîne û bi xwe re mijûl neke.“

    Mesele dubare dike, wisa dixuye! Ew jî bi ?owê xwe dixe rojevê!
    Ka em ê binihêrin di bin vî meseleyê de ti?tekî nû derkeve an na!

    Heta lotikek din bimînin di lotikan de. 🙂

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.