Gelo wê Kurd dev ji dûvê Tirkan berdin?

Ol û dîn di xapandin û asîmîlekirina Kurdan re rola herî mezin dilîze. Tirk, Ereb û Ecem, bi hefsarê îslamê Kurdan bi dû xwe de dik?înin û di bin perda bratîya îslamî de nahêlin ew bi ser hi?ê xwe ve bên, bibin oldar û misilmanên millet û qewmê xwe. Dijmin ba? zane ku gava Kurdên dîndar bi hestek netewî nêzîkî ola xwe bû, ola xwe ji bo berjewendîyên millet û welatê xwe bi kar anî û xist bin xizmeta doza xwe, wê serê hefsêr ji destê wan derkeve û êdî ecdadê wan jî hew kare Kurdan bigre, hew karin hefsar têxin stuyê wan. Ji ber vê jî, piranîya  derfet û aborîya xwe ji bo fetisandina hestên netewî û çîroka bratîya îslamî seferber dikin.

Çalakîya ku vê dawîyê BDP li dar xistiye û oldarên Kurd jî daye dû vê helwesta bêîteatkarîya sivîl, lotikek zêdeyî xwe pîroz e. Bi taybet lotika oldar û bawermendên Kurd lotikek pîroz e û tirrê ji dewlet û melayên dewletê berdidin. Heger oldar û bawermendên Kurd wek îro bi hestek netewî û bi bawerîya „Senteza Kurd îslam„ê bidin ser rê, ez bawerim wê ?ore?a herî mezin li dar xin û wê zincîrên wê bratîya sexte biqetînin. Çawa ku Tirk bi plan û projeyên „Turk Îslam Sentezî“ Tirkayetî û netewperestîya xwe pê?de dibin û dînê îslamê ji bo berjewendîyên dewleta xwe bi kar tînin, divê em Kurd jî êdî oldar û bawermendên millet û doza xwe bin, wê perdeya re? a ku bi sedê salan e dijmin ki?andiye ser çavên me ji ser çavên xwe rakin û êdî her ti?tî têxin bin xizmeta doza milletê xwe.

Ez serê we neê?înim, çalakî û helwesta ku îro Kurdên misilman li kolanên bajarên Kurdistanê datînin, lotikek pîroz û bimbarek e, qetandina zincîrên bratîya sexte ye û ez hêvîdarim wê oldar û bawermendên me vê helwesta xwe berdewam bikin û îmana xwe taze û xurttir bikin.

Mû?

About The Author

One thought on “Gelo wê Kurd dev ji dûvê Tirkan berdin?

  1. Ha musulmantiya heqîqî eve, Ez hêvîdarim kurdên me yên li dû cemaetên tirka ji vê helwesta pîroz ji xwe ?erm bikin, û di demek zûtirîn de werin nav Kurdên xwedî rûmet. jiber ku cemaetên tirka Kurda bi kurdîtî di nav xwe qebûl nakin.Kurda li ser navê DÎN herdem di xapînin. wan ji ziman û çanda wan dûr dixînin.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.