Banga grûpek çalakvanên Kurdên Sûrî

Bangek ji birêz Mûrad Qereyilan re

Serokê Konseya Rêvebir ya KCK-ê

Di 15-3-2011 an de dengên azadîxwaziyê li cade û kolanên Sûriyê bilind bûn û pi?tre bi çend rojan serhildana gel dest pê kir, ku tevahiya pêkhatiyên civaka Sûrî jî bo pêkanîna guhertina bingehîn û rizgarbûna ji zordarî û sitemkariyê pi?ikdarî têde kirin.

Di vê serhildanê de, libat û livîna Kurdan jî digel ya Ereban ber bi azadiyê ve dest pê kir, ku bi tevahî nasnameya vê rabûnê girêdayê genc û ciwanan bû, dûr ji nakokî û nelihevkirinên rêkxistin û partiyan.

Di xwepê?andana Qami?lo ya di roja Înê 29-4-2011 de, bi hezaran û ji tevahiya pêkhatiyan derketin û bi yekdengî daxwaza azadî û guhertinê kirin.

Lê ti?ê ku vê carê çê bû û ne wek carên berê bû, ku wêne, al û diru?m û siloganên girêdayî partiyekê hatin bilindkirin. Ku ev yek jî bû sedema derketina ?erekî devkî di navbera tevgera ciwanan û ew kesên ku alên partiya xwe bilind kiribûn.

Mixabin… endam û alîgirên PYD al û siloganên partiya xwe bilind kiribûn.

Rêzdar Mûrad Qereyilan…

Hûn ji wan kesan in ku banga berfirehiya teko?în û xebatê dikin, da ku ji wê çarçoveya xwe ya partîtiya teng derkeve û ti?tê ku îro em dibînin serhildanek bi be?dariyek girseyî ku bi gelekî ji rêkxistina partiyekê mezintire.

Lê ti?tê ku roja Înê li Qami?lo qewimî, egera wê yekê dixe rojevê ku encamên metirsîdar bi xwe re bîne û bibe sedemek lawazkirina bereya azadîxwaz û demokrasîxwaz a li dijî rijêma Sûriyê.

Ji ber ku PYD cihê xwe di nav koma we ya xwedî hurmet KCK de digire, em jî van daxwaziyan ji we re pê?kê? dikin, da ku hûn jî ji aliyê xwe ve rênimayên tê xwestin bidin rêberî û endamên PYD:

1-        Dûrxistina nasnameya partîtiyê ji vê rabûna genc û ciwanan, di riya van pêngavan re:

–          Ranekirina (bilind nekirina) wêne, al û siloganên partîtiyê di van me? û xwepê?andanên azadîxwaziyê de.

–          Pi?ikdarî di van çalakiyan de bi awayekî gi?tî û pêkve, digel pêkhate û hêzên din û bi taybetî genc û ciwan ku stûna vê ?ore?ê ne.

2-       Ektîvkirina kenalên ragihandinê yên ser bi PKK ve, bo serxistina ?ore?a gelê Sûriyê, bê ku ev serhildan bi aliyekî yan bi partiyekê ve bê girêdan.

 Em civîna we ya vê dawiyê digel nûnerên çend partiyên Kurdên Sûriye bi giranbihayî dinirxînin û em dixwazin vê yekê jî bo we bibêjin: Ew gelê ku dikarîbû pi?tgiriya gelek ?ore?ên azadîxwaziyê bike û bi xurtî pi?ikdarî di ?ore?a we de li dijî fa?îzma dewleta Tirk de kiribû, kiriye, dike û wê bike, bawer bikin wê bikaribe xwe û ?ore?a xwe ya ?aristanî û a?tîxwaziyê biparêze. Ew jî bi hêz û tîna ge? ya genc û ciwanên xwe, ku îro agirê ?ore?ê û stûna pêkanîna wê guhertina bingehîn in.

Grûpek çalakvanên Kurdên Sûriyê li herêma Kurdistana Iraqê

wergerandin1@hotmail.com

 

Silêmaniyê – 1ê Gulana 2011

About The Author