Bajo siwarê hespê rewan bajooo!

Dewleta Tirk û şaşikmezinên Îranê tofan û ecacok li serê PKK û PJAK ê rakirine û bêhnê li wan diçikînin. Di nav toz û dûmana vê tofan û ecacokê de, dihat gotin ku Mûrat Reşmar (Karayilan) hêsîr ketiye yan jî hatiye kujtin. Herkesî meraqa wî dikir û herkes ketibû nav meraq û gumanan. Hetta bi wê radeyê ku Cîhgirê Serokwezîr Bulent Arinç jî meraq dikir û ji çapemenîyê re gotibû ku „Em jî meraqa wî dikin, ji zû de deng ji cîgerim Karayilan dernakeve yaw“ û pirs di serê me de çêdikir.

Werhasilî kelam, piştî bêdengîyek sererd û binerd, Mûratê me ji kozika xwe derket, li hespê rewan siwar bû, serê hefsarê hespê berda, peyamek da û got „Ez hatim hatim, ez hatim hatim“ û spî saxlem silavek da civata hazir.

Ez serê we neêşînim û nekim wek zikê Çoban Silo, Mûrat Karayilan sax e, saxlem e û wek mîrkutekî li ser pê û linga ye.

Lê ez ji çi ditirsim hûn zanin gelî lotikvanan?

Karayilan zû bi zû teslîmî Tirkan û Farisan nabe, herkes vê dibêje. Lê ez ditirsim rojekê ji wê hespê bikeve xwarê û bêyî ku fîşekê biteqîne terka me bike.

Law hay ji xwe û siwarbûna hespê hebe cîgerim!

Qendîl

About The Author