Aha xîret ev e!

Helbestvanê 64 salî, kilê çavê keç û jinên 60-70 salî xalê me Îlhamî Ozer, piştî 50 salîya xwe li zimanê xwe vegerîya û gunehên xwe daweşand.

Xalê me îlhamî Ozer, bi xwe ji Amedê ye lê ji zaroktîya xwe ve li bajarên Tirkiyê mahcir bûye û zimanê xwe ji bîr kiribû. Lê xuyaye wîjdanê wî dev ji wî bernedaye, hestên Kurdayetîyê zorî daye wî ku li zimanê xwe vegere û piştî 50 salîya xwe bi Kurdî bixwîne û binivîse.

Xalê me Îlhamî Ozer, piştî hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bûye, 3 dîwanên bi Kurdî nivîsandine û yek jî bi rê de ye.

Aha xîret û namûs ev e ha gelî xwendevanan.

Xalê me Îlhamî Ozer piştî 50 salîya xwe li zimanê xwe vegerîya. Lê gellek siyasetmedar û qaşo serokên Kurdan hene ku bûne 60-70 salî jî levzek Kurdî nizanin, civaka Kurd kirin Tirk û tew hesabê zimanê Kurdî bi xirrê xwe jî nakin.

De xwedê 71 horîyên bihuştê bike qismetê xalê me Îlhamî Ozer û aqûbet li serê „Kurdînezanan“ be jî rebbî…

Mersîn

About The Author