Piştî 50 salî Kurd hatin bîra wî

Li ser bextê kerên malbata Esed be, dibêjin apê Beşar Esed Rifat El Esed, di civînekê de bersiva rojnamevanan daye û qaşo bal kişandiye ser rewşa netewê Kurd.

Tu dibê qey Rifat El Esed nuh bi pirsgirêka netewê Kurd hisiyaye. Mêro ev zêdeyî 50 salî ye pirsgirêka Kurdan nedîtiye, lê îro Kurd hatine bîra wî û dixwaze li ser pişta Kurdan siyasetê bike û ciyê xwe saxlem bike.

Ê helbet canim, Rifat efendî dibîne ku textê brazîyê wî Beşarko diheje û mêro naxwaze desthilatdarî ji destê malbata Esed derkeve der. Ji ber vê; niha behsa mafê netewê Kurd dike û dibêje ku “Mafê netewê Kurd li Rojhilata Navîn mafek pîroz e. Hejmara gelê Kurd nêzîkî 50 milyon kes e û ev 50 milyon li Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê belav bûye. Çawa Ereb li cihekî, li deverekê mafê xwe dixwazin, mafê gelê Kurd e jî mafê xwe bixwaze û xwedîyê mafê xwe yên neteweyî be. Heta vê astê bêhntengî, şofînîtî heye. Naskirin û têgihiştin ev e? Naskirin û têgihiştin ew e tu îtîrafê bi mafê gelê Kurd bikî“ filan û fîstan.

Wey bavoooooo û wey yadê!

Kuro oxlim, tu heta niha li ku bû? Yan tu di şikeftên Şamê de razayî bû? Yan piştî hejandina textê brazîyê te Beşarko Kurd hatin bîra te ne?

Na na, ez dibêjim vê Rifat El Esed jî wek gellek wawîk û rovîyan bi xêra Kurdan bibe desthilatdar we go çi? Çawa be Kurd zû tên xapandin û hema kî destê xwe li pişta wan xe, ji wan re dibin kurtan.

De xwedê xêr bike rebbî….

Cemîl Esed têra xwe ji PKK xwar maye dora Rifat El Esed. Ka ewê çi bîne serê Kurdan em nizanin…

Qamişlo

About The Author