Xalê me Alinak agir berda konê BDP

Hewce nake ez xalê me Mahmûd Alînak bi we bidin naskirin. Ciwamêr gunikreş û babaegîdek di ser xwe re ye û qeraseyekî zilama ye. Kurdperwerek xalis muxlis e û tu gunikreşan jî di ser xwe re nabîne.

 Mahmûdê me bi salan di nav rêza BDP û partîyên wek wê de kefteleft kir û xwest ku hinek tiştên xweş bike, xeta Kurd û Kurdistanî bi wan bide qebûlkirin. Lê Kurd û Kurdistan di xema kê de ye canim, dewletên sererd û binerd hefsarê partîyên wek BDP xistine destên xwe û wan li dora kanîya Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî tî û birçî dibin û tînin. Kî pênc qirûşan bi Kurd û Kurdistnê dide babam?

Axir…

Xalê me Mahmûd Alînak niha daxuyanîyek qerase ji awira gelemperî re weşandiye û dibêje êdî bes e!

Li gora xalê me Alinak, BDP û çawîşên wê çareserkirina pirsa Kurd li Enqerê dibînin û tu qudreta van partîyên îro tuneye ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê çareser bikin. Xalê me Alinak dibêje siyasetmedarên ku li ser navê Kurdan li Enqerê dixwin û vedixwin, bi saya hinekên wek Ocalan siyasetê dikin û tew nikarin mafên yasayî yên Ocalan jî biparêzin û xwedî lê derkevin. Mahmûd Alinak, dibêje ku siyasetmedarên me bajarê Enqerê ji xwe re kirine mesken, wek şîrêza 404 a Japonî pê ve zeliqîne, tu plan û projeyên wan tunene û tenê karin gotinên germik û nermik di mîkrofonan de bêjin û xelas. Wekî din ne bi kêrî şivantîya pez tên û ne jî bi kêrî gavantîya gund.

Werhasilî kelam, xalê me Mahmûd Alinak niha di wê bîr û bawerîyê de ye ku hewcedarîya Kurdan bi partîyek nû heye, partîyek ku bajarê Enqerê ji xwe re neke mesken, partîyek ku Kurd û Kurdistanî be.

Xalê me Alinak ji bo têkilî û dîtinan emaîlek daye û kesên bixwazin di derbarê partîya nû de dîtin û ramanên xwe bêjin, karin bi rêya vê emaîlê xwe bigihînin xalê me Mahmûd Alinak.

Emaîla têkilîyê ev e:

yenibirparti@hotmail.com

Ez we nizanin, lê ez wek sîxurê Partî Demokratî Lotikxane piştgirîya vê lotika xalê xwe Alinak dikim ellawekîl.

Bi sê telaqên bê fitû, sê şivan û gavanên Kurdistanê bînin ba hev û partîyekê bi wan bidin avakirin, wê sed qatî ji BDP û lotikvanên wan çêtir Kurd û Kurdistanîtir bixebitin û xelas, wî!

Enqere

About The Author