One Minute Wan!

Erdhej û piştî erdhejê keraseta li Wanê pêk hat, bû ezmûnek ji bo me hemûyan.

Çi sazî, çi dezgeh, çi partî û rêxistinên sivîl û siyasî bi hevkariyeke mezin mil dane hev û bi alîkariyên ji bo xelkê Wanê re eleqedar bûn. Heyf û mixabin ku piştî demeke dirêj bi ser erdhejê de derbas bû jî hêja birînên xelkê Wanê ne hatine cebirandin û ji piraniya wan re di vê zivistana reş de cihekî germ û nerm jî ne hatiye peydakirin. Ew li nav çadir û naylonan ji neçarî tevî zar û zêçên xwe li derve radizên. Wan jî ew jî bi hev re diqufilin.

Di rewşeke wiha xedar de, gelo çima dewlet û hikûmeta Tirkiyê bi quretî û pozbilindiyekê daxwazên alîkariyê yên gelek dewletên biyanî paş ve vegerandin û ji wan re got ez ne mihtacê we me?

Gelo dewleta Tirkiye ku xwe wek lîstikvaneke mezin a cîhanê û rojhilata navîn dibîne qet pirsa; ma hûn alîkariyê dixwazin yan naxwazin ji xelkê Wanê re jî kir?

Dîsa jî mala wan ava be, ji hawîrdor her çiqas bê pergaliyeke mezin rû da be jî alîkarî û piştevaniyeke mezin ji mexdûrên erdhejê re hate kirin. Bi taybetî jî ji herêma Kurdistana Federal alîkariyên mezin gihîştin xelkê Wanê û Weqfa Barzanî jî berî dewleta gewre ya Tirkiyeyê zêdetirî 200 xaniyên prefabrîk gihandin mexdûrên erdehejê.

Tê ragihandin ku heta niha zêdetirî 200 milyon lîrayî alîkarî ji bo mexdûrên erdehejê hatiye kirin û ev pere jî niha qaseya dewletê germ dikin. Serokwezîr Erdogan ku, hêz û qudreta xwe li her deveran nîşan dide, gelo çima nikare ji bo Wanê jî nîşan bide û birînên xelkê Wanê di zutirin demê de bicebirîne?

Li gor daxuyaniyên wezîrên dewletê û projenivîs û plankarên dewletê, wê di nav 8 mehan de xaniyan ava bikin ji bo xelkê Wanê. Lê belê wê ev xanî çend kesan ji mirina bêwext biparêzin ew jî ne diyar e. Tiştekî diyar tenê heye ku, roj bi roj Wan zêdetir diqufile! Malbatên xîzan û belengaz ku nekarîne bi cihekî ve birevin û bihewin, di vê zivistana reş de, li benda qedera xwe ne. Ji nav kon û naylonên ku li ser erda xalî hatine danîn agahiyên nexweşî û mirinên bê wext her roj tên.

Wezîrê dewletê Huseyîn Çelîk ku bixwe jî xelkê Wanê ye, bê şerm û fedî piştî ewqas dema ku bi ser erdhejê de derbas bûye radibe dibêje; ‘Hê jî lazimiya çadiran heye. Heger kerasetek din pêk were dewlet nikare 30 hezar çadiran jî bîne ba hev’.

Belê Wan diqufile û dewlet jî li şûna xaniyên prefabrîk û yên mayînde, hê jî li peydakirina çadirên ku ji niha ve bêhna nexweşî û mirinê jê difûre difikire.

Kêmasî û aciziya dewletê ya li hemberî mexdûrên erdhejê bi jimartinê xelas nabe. Em hêvîdarin rêdana demokratîk ne ji bo hemû kurdên li Tirkiyeyê jî be, tenê ji bo xelkê mexdûr ê Wanê berdewam be û heger çareserîya pirsa Kurd bimîne bihareke din û destûra bingehîn neyê guhertin jî, hema bila ew jî bi qurbana xelkê Wanê be!

Ji ber ku em di wê bawerîyê de ne ku, serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan niha pir mijûl e, me gotina wî ya ku li rûniştineke televizyona Îsraîlê kiribû wekî sernavê vê nivîsê dizî û em jî difikirin ku, vê gavê serokwezîr ji xelkê Wanê re dibêje; ‘One Minute Wan’.

About The Author