Nov 29, 2011

Monat: November 2011

Gelo Braderê me çi dike?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Tê derxin û vê zivistanê 250 gram tûtina Xursê qezenc bikin. Gelo lotikvanê germik û nermik Brader Musikî li cem Dr. Izeddîn Temo çi dike? 1- Guhê xwe qul dike 2- Guharan dixe guhê xwe 3- Pirça guhê xwe dişewitîne 4- Hestîyê guhê xwe dicebirîne 5- Akûpûnktûr dike 6- Guhên wî mezin in, nermika goştê […]

7`mîn konferansa rêxistinên sivîl yên Kurdistanî wê li Qamîşloyê be

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Di rojên 22-23ê yî mijdarê 2011`an de, li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna nûnerê UNHCR û UNAMI yên Neteweyên Yekbûyî li Êraqê û nûner û berpirsên 36 rêxistinên sivîl yên ne hikûmî (Non-governmental organizations) yên herçar perçeyên Kurdistanê (Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava)ê, 6`mîn konferansa rêxistinên ne hikûmî yê salane di hola rêxistina CDO`yê […]

Ji xwedê bitirsin kaka can!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Mamo û Zêbaryo, du lotikên qerase û du zîtirkên bê-îman li miletê Sûriyê bi giştî û li Kurdên Sûriyê bi taybetî xistin û nehên wan kirin deh! Zêbaryo, ku nûnertiya Îraqê di Yekîtîya Ereban de dike, li hember biryarên cezakirina rêjîma Sûriyê derket û dilê xwe bi kurê Esed û hal û rewşa wî şewitand […]

GREYFÛRT

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
   LEYMÛNA BEHIŞTÊ/PISTAN BÛK / SITRUS PARADÎSÎ (GRAPEFRUÎT) Greyfûrt riwakek darane ji malbata narincîyan e. Fêqîyek tama wê tahlemiz e. Dara wê 6-15 metro bilind dibe. Belgên wê keskê tarî, biriqok, kevilane, mezinahîya belgan bi qasî 15 cm hêkane û naweşin. Kulîlkên wê wek hûşîyan spî û bi hev re ne. Di nava kulîlkê de […]

Doza lêborînê helwestek erênî ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li Dersimê dewlet û îdelojiya wê ya fermî kujer e. Dîroka avakirina cumhuriyeta Tirkiye li ser imha û red kirina kurdan hatiye avakirin. Di dema avakirina cumhuriyetê de Kurda bi hemî awayî mil dan Tirkan û li gel wan şer kirin.Kurdan dizaniya ku dema Tirkiye azad bibe dê ew dewleta bê avakirin dewleta Tirk û […]

Xaltîka Meryemê dilê xwe nefirot dewletê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Dayika nivîskar û eskerê Lotikxanê Nûrî Çelîk, xaltîka me Meryemê, ji ber nexweşîya dilê xwe ket nexweşxanê û dilê xwe nû kir.  Xaltîka me û dayika eşîreta Hebizbinîyan Meryemê, erd û xanîyê xwe firot û tam bi 41 hezar lîreyên Tirkiyê ket bin kêr û meqesên textoran. Doktorê ku xaltîka me emeliyat kir kî bû […]

Zubêr Salih lotikek ji dostên xwe xwar

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Hunermendê germik û nermik, kilê çavên keç û jinên 20, 30, 40, 50 salî, xizmetkarê muzîka Kurdî kekê me Zubêr Salih, dev ji Dîcle TV berda û tê de hew dide lotikan. Di destpêkê de dost û hevalên Zubêr Salih ne li dij bûn ku ew di Dîcle TV de bernameyan çêke, digotin „em ne […]

Li ser bextê Silo be

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

One Minute Wan!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Erdhej û piştî erdhejê keraseta li Wanê pêk hat, bû ezmûnek ji bo me hemûyan. Çi sazî, çi dezgeh, çi partî û rêxistinên sivîl û siyasî bi hevkariyeke mezin mil dane hev û bi alîkariyên ji bo xelkê Wanê re eleqedar bûn. Heyf û mixabin ku piştî demeke dirêj bi ser erdhejê de derbas bû […]

BORAQ BÛ XWARINA GURÊ GEWRIK

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Îbo merivekî hinek hiş sivik e û pir jî pesnê xwe dide. Li ba pîreka xwe, ji heval û hogirên xwe re dibê “ De herin lo, hûn ji mêr in hûn ji pîrekên xwe ditirsin. Weleh bîleh ez 62 salî me, çavê min lê ye ez pîreka duhem bînim. “ Pîreka wî Xasê jî  […]

Obama ji aliyê sîxura Lotikxanê ve bi zelqan hat bombebarankirin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Sîxura Lotikxanê di dema civînek navnetewî de serokê Amerîka Barack Obama da ber bombebarana zelqan û ew di nav serokên cîhanê de şermezar kir. Çalakîya ku sîxura me bi întîxarwarî pêk anî û kujtina xwe jî dabû ber çavê xwe, bê zîyan encam da û sîxura me bi halla halla, bi kêf û şahî vegerîya […]

Gelo birastî kesek biaqil di nava PKK de tune?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Nivîskarê qerase, lotikvanê Tirk Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya vê dawîyê de kêfa başqanê me Ocalan pir anîye û PKK kiriye partîya bêaqilan. Ahmet efendî gihaye wê bawerîyê ku %100 Ocalan di nava PKK de zilamê herî biaqil e. Û hetta gihaye wê bawerîyê ku zilamek biaqil di nava PKK de hebe, ew jî tenê […]

Xaltîka me berê xwe da bihuştê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Xanima Fransî û xaltîka me Kurdan Danîelle Mîtterrand, di 87 salîya xwe de xatir ji me xwest û berê xwe da bihuşta rengîn.   Danîelle Mîtterrand, dosta Kurdan bû û kêm zêde alîkarîyek baş bi Kurdan re dikir. Xwedê rehma xwe lê bike û di bihuşta germik û nermik de 71 Nûrîyan bike qismetê wê […]

Erdogan qûş li CHP qetand

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serokê Tirkên sererd û binerd sayin Kasimpaşalî Erdogan, di civîna partîya xwe de behsa qetlîama Dersimê kir û ta bi derzîyê vekir. Erdogan bi delîl û belgeyên arşîva dewletê, dûdirêj behsa qetlîama Dersimê kir û li ser navê dewletê lêborîna xwe xwest. Kasimpaşalî Erdogan, bi van belgeyan qûş li CHP û serokê wê gundî Kemal […]

Mesele ne tenê PKK’ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Neheqiyeke mezine eger serdana Barzanî bo Tirkiyê tenê di quncikeke teng a ewlehiyê de bê temaşekirin, mîna ku Tirk û medya tirkî dike. Siyaseta Kurdan ligel Tirkiyê ji siyaseta ewlehiyê derbasî qunaxa ewlehiya siyasî bûye. Ev demeke siyaseta ewlehiyê ku Tirkiyê himber Kurdan dimeşand nemaye û ji xwe Kurd jî ji piştî 2003’an neamadebûye stûxwariyê […]

Çûçik û Teyrên Kurdistanê-1

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
(Diyarbekir- Deşta Gewra- Gundê Kêylikê) Şilfo / Kara gerdanlı dalgıç / Gavia arctica / Arctic loon   Berraşe /  Tarlakuşu / Alauda arvensis / Skylark   Seravêrik-silavzêrik / Angıt / Tadorna ferruginea / Ruddy shelduck Betê vîzvîzok / Mezgeldek / Tetrax tetrax / Little bustard   Bûmê palaxê (bûm) / Puhu / Bubo bubo / […]

Li ser bextê Şamilo be!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wek hûn zanin, serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan ji 1972 an û heta bi îro, di rojeva Kurdan û Tirkan de ye. Hinek dibêjin „Jina min ji min berdayî be zilamê dewleta kûr e lo“, hinek dibêjin „Bi dîn û îman Ergenekonê navika wî birrîye“, hinek dibêjin „Kuro de dev jê berdin […]

Xaltîka Fatê jî li TRT6 ê konê xwe danî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê fitne û fesadên televizyona TRT6 ê be, dibêjin wê xaltîka me Fatê di TRT6 ê de dest bi lotikên bernameyekê bike û daw û delingên xwe hilgive. Li gora sîxurên me yên di nava TRT6 ê de dibêjin, wê xaltîka me Fatê bernameyek du seetî pêşkêş bike û di bernameyê de li […]

Qirikdirêjo fêr nabe

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Kurê Esed, bibûrin! Kurê zerafê, ne ji heywanan û ne jî ji insanan fêr dibe. Îca yan mejî di serê wî de tuneye û yan jî xwedê ji diya wî stendiye û bergîlên Liciyan li dora wê didin zîtirk û lotikan.         Şêr, gur û rovî bi hev re li nêçîrekê digeriyan, ê ji xwe […]

Xalê me Alinak agir berda konê BDP

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Hewce nake ez xalê me Mahmûd Alînak bi we bidin naskirin. Ciwamêr gunikreş û babaegîdek di ser xwe re ye û qeraseyekî zilama ye. Kurdperwerek xalis muxlis e û tu gunikreşan jî di ser xwe re nabîne.  Mahmûdê me bi salan di nav rêza BDP û partîyên wek wê de kefteleft kir û xwest ku […]

Mesrûrê me lotikek xweş avêt

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê canekem… Wek hûn zanin, li bajarê Wan ê erdhejek mezin çêbû û Kurdên Wan ê zirarek mezin dîtin, hem ji canê xwe û hem jî ji malê xwe bûn. Kurdên başûr û bi taybet jî Duhokîyan ji bo alîkarîya derbederên bajarê Wan ê xebatek mezin kirin û alîkarîyek baş dan ser hev. Dezgeha Xêrxwazîya […]

Piştî 50 salî Kurd hatin bîra wî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê kerên malbata Esed be, dibêjin apê Beşar Esed Rifat El Esed, di civînekê de bersiva rojnamevanan daye û qaşo bal kişandiye ser rewşa netewê Kurd. Tu dibê qey Rifat El Esed nuh bi pirsgirêka netewê Kurd hisiyaye. Mêro ev zêdeyî 50 salî ye pirsgirêka Kurdan nedîtiye, lê îro Kurd hatine bîra wî […]

ÇIMA WE TIF DEVÊ WAN NEKİR ?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Kurdekî me li Stenbolê ji kurê xwe re keçeke Tirk xwest. Daweta wan kirin, li taxek din warxanek kirê kirin û li wir bi cîh  bûn. Piştî dawetê xinamîyên xwe herî baştir nas kirin.” Kultur û kevneşopîyên wan ji hev cuda bûn, ji hev xweşnûd  nebûn. Ev mijar li malê dihat axaftin, zar û zêç […]

Kasimpaşalî çewal xist serê BDP

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serokwezîrê AKP û dewleta Tirko cîgerim Kasimpaşalî Receb, çewalek ji çewalên Amerîkayê mezintir xist serê BDP û rayedarên wê û ew bi tirsonekî û bêziravî îtham kir. Cîgerim Receb, di civîna grûpa xwe de axavtinek qerase kir û bela xwe di CHP û BDP da, ew dan ber lotikên bêîman. Li gora saloxdanên sîxurên me […]

Dema ew hatin divê em nexapin!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serokê damezrînêr yê Kenyayê gotiye: Dema rojavayî hatin, di destê wan de încîl, di destê me de jî erdên me hebû. Çavên me girtin û em hînî duakirinê kirin. Dema me çavên xwe vekirin jî, di destê me de încil, di destê wan de jî erdên me hebû…   Dema Ereb hatin, di destê wan de […]

Sînema Amûdê dîsa dişewite

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Dem êvar e… gul tevde li her dera cîhanê karê xewa xwe dikin lê li Amûdê, îşev xew tuneye gul tev şiyar in, kes nizane çima tev bi şewq in, niza li bende çi ne tev jîr û pel bel in, niza ji bo çi tev bêdeng in, niza li çi temaşe dikin heya zilma […]

Forma xwe wek Jordan xanim biparêzin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Kevnestêrka porno û seksê Jordan Carver, form û bedewîya xwe bi yoga diparêze. Piştî ku xanimê dev ji lotikên seksê berda (heke rast be ha) niha jî bi mezinbûna memikên xwe bûye stêrk û wek „Stêrka memikan“ meşhûr bûye. Jordan Carver xanim bi taybet ji Lotikxanê re got ku „Piştî min dev ji seksa garankî […]

Eyup efendî pirça serê Dûran abê weşand

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wek hûn pê hisiyane, endamê rêveberîya KCK Dûran Kalkan, guhê BDP û başçawîşên wê kişand û got ku “Heke pêwist be xwe ji meclîsê vekişînin cîgerim” û mejîyê rayedarên BDP kir şorbe. Dûran Kalkan ê ku di rojnameya Ozgur Polîtîka de bi navê Selahattîn Erdem lotikan davêje, bi vê nivîsa xwe bû mijara nivîskarên Tirk […]

Serok Barzanî ew ji mêranî xistin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê kezebno, Serok Barzanî serdana Tirkiyê kir, peyamên aştî û bratîyê dan awira gelemperî, dilê gellekan ji me xweş kir û kezeba gellekan jî reş kir, ew bi kanserê xistin. Serok Barzanî, got ku divê êdî xwîna zarokên Kurd û Tirkan neyê rijandin û Kurd bi rêya hevdîtin û danûstendinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê […]

Aha xîret ev e!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Helbestvanê 64 salî, kilê çavê keç û jinên 60-70 salî xalê me Îlhamî Ozer, piştî 50 salîya xwe li zimanê xwe vegerîya û gunehên xwe daweşand. Xalê me îlhamî Ozer, bi xwe ji Amedê ye lê ji zaroktîya xwe ve li bajarên Tirkiyê mahcir bûye û zimanê xwe ji bîr kiribû. Lê xuyaye wîjdanê wî […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

Bi kêrî garana gund nayê, mêro bûye wezîr

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Hema li şikil û şemalê wî binerin bes e. Hewce nake hûn lêkolînek dûr û dirêj li ser bikin û serê xwe bêşînin, na. Hema pênc deqîqeyan lê binerin, li çend gotinên wî guhdarî bikin bes e, hûnê yekser zanibin bê çend mû bi qûna wî ve ne û ne tu zilam e.  Ez behsa […]

Wan- Jana bêhedan

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ti gotin têra birîna te nake Ti rondik têra jana te nake Çawa jiyan bêdeng dibe xewn bêreng dibe bêhna mirinê ji belçimên kulîlkan tê Ronahî tarî dibe hêvî bêzar dibe Barana reş dibare Keser…. Axîn …. Qêrîn bêrobar dibe. Çav li şonwaran digerin Hêvî ji dilan diwerin Canên bêgunehan koçber dibin… Ji lepên qederê […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

EMÊ ÇAWA DÎYAX BIKIN ?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Kurdekî me yê welatparêz û Kurdperwer, lî gundekî herêma Behra Reş (Kara Denîz) mamoste bû. Xelkê wî gundî jî xwe bi henek û gelek car jî bi qestî (bi mebest) derheq Kurdan de tiştên ne baş digotin. Mamosteyê me yê Kurdperwer herdem bi wan re di gengeşîyê de bû.       Rojekê lî qehwexanê rûniştibûn, mijar […]

XALÊ ROVÎ

  • by
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Kurd ne Kurdên berê ne. Lê hawîrdora wan bi cinawirên xwînxwer ve hatiye pêçandin. Disa jî bê hêvî nînîn, nikarin rêyekê bibînîn. Êdî dem û dewran hatîye guhurandin. Rizgarbûna wan bi çalakîyên leşgerî-tundî ango wek mirîd di bin hikumranîya zirKurdan de nabe. Bi bawerîya olî qet nabe. Ji bo rizgarîyê yekîtîyek bi hestên netewî, zanyarî […]

A G A H Î

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 ROJA BÎRHANÎNA HUNERMENDA KURD A MEZÎN MERYEM XANÊ: Dem: 12 – 11 – 2011 roja Şemîyê, 10:00 ta 16:00 Cîh: lî ABF Husetê (Sveavägen 41 – Stockholm)   Bername:  – Yekemîn qewana hunermenda Kurd a Jîn: Domamê wê jî ser gramafonek kevîn û antîke ya sala 1930 bê guhdarkîrîn  – Pêşkêşîya bî PowerPoînt’ê agehîyên komkîrî […]

Ez ji PKK ê çi dixwazim?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ev sernivîs ya kekê me nivîskar Bûbê Eser e yê ku nizanim ev çend sal in kolanên Swêdê  û Ewrûpayê gav bi gav dipîve û li ser pişta Kurdan lotikan davêje. Carna li nêl dixe, carna li bizmêr. Carna xwe davêje tor û bextê Başûrê Kurdistanê ji bo çend defteran têxin bêrîka wî û ya […]

XWEDÊYO TU MIN EFÛ BIKE

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Osmanê  Gewaşî mir0vek gelek nîyetpaqij e. Osman di daîreyek dewletê de notirvanîyê dike. Dema teqawît dibe, nîyet dike ku biçe Hecê û wê nîyeta xwe ji jina xwe re jî dibêje.  Jina wî xwe li erdê dixe û dibê : -Divê tu min jî bibî.   Osman mecbûr dimîne jina xwe jî bibe û ji […]