BORAQ BÛ XWARINA GURÊ GEWRIK

 Îbo merivekî hinek hiş sivik e û pir jî pesnê xwe dide. Li ba pîreka xwe, ji heval û hogirên xwe re dibê “ De herin lo, hûn ji mêr in hûn ji pîrekên xwe ditirsin. Weleh bîleh ez 62 salî me, çavê min lê ye ez pîreka duhem bînim.

Pîreka wî Xasê jî  dibê “ Tew lolo îcar jinika duhem  tîne, kê rêya te girtîye biçe bîne. Tu kê ditirsînî dîno ?

 Ev yarenî gelek caran hate kirin.

    Îbo di vê cejna qurbanê de kavirek kirîbû ji bo boraqê. Serjêkirina boraqê ku li kûçe û kolanan qedexe ye, ew û xwarzîyê xwe pezê boraqê hildan çûn pala çîyan da ku di nav daristanê de serjêkin.

Xwarzî berê  peza xwe ser jê kir, paşê hat ku kavira xalê xwe, ya Îbo serjêke.

Îbo got “ Xwarzî, mirov bi xwe serjêke xêra wî herî mezine, bise ez bi xwe boraqa xwe serjêkim.

 Xaltîka  Xasê got “ Lo merûmo tu nikarî, bise bila  Cemîlo serjêke.

 Îbo got “ Wehhh ez çawa nikarim? Qesem bi xwedê ez dikarim gamêşekî  serjêkim lê.

Cemîlo ji xalê xwe re got “ De başe, madem ku tuyê bi xwe bikî ez jî herim boraqa xwe bigurêm (selixînim) .

Îbo kavir anî ji bo serjêkirinê bide razandin, kavir pelpitî Îbo bi ser qûna xwe de ket û kavir  ji destê Îbo filitî revî. Kavir berê xwe da nav daristanê, Îbo li pey baz dide. Çi fêyde bêhn li Îbo çikîya, kavir çû winda bû.

     Werhasil, Îbo, Xasê û Cemîlo daristan serobin kirin, tarî kete erdê kavir nedîtin. Dev jê berdan û por poşman zivirîn. Îbo carê carek dibê “ Mîratê tu dibê qey erd qelişî ew tê de çû xwarê winda bû,  heyfa kavira  min. Nebû qismet ez bikim boraq, wê bibe xwarina gurê gewrik, ne bi xêr. “ 

Xaltîka Xasê got “ Îbo, waye qûna te nagire tu berxikekî serjêkî; îcar tuyê bi vê qûnê pîreka duhem bînî belengazo ! “ 

We rhasilî kelam… 

Xuyaye ev mesela me Kurda ye bavo! Hinek rabûne dawa serokatîya netewî li me dikin. Reben belengazno, hûn hîna li pey qûna Kemalîstên  dewşirme, li pey Baasçîyan, li pey Ayetûlahên Faris wek kelemperekî di gindirin, hûnê bi vê qûnê bibin serok û rêbaz, tew lolo dilo!

Kurd ne berxikê bavê kesî ne cîgerim…

Kurdistan

About The Author