Heta bi derpîkê kinik birin

Nizanim çima, lê mirovê qenc û feqîr her dem bela lê dikevin. Tiştek bi mirovên xirab nayê, lê kesên dilpak û dilovan tim û tim kurtanê kerê ne û di bin bar de dikevin. Nizanim ev qeder e yan çi quzilqurt e, lê tiştê ez zanim ev e.

Bawer bikin yek ji wan Kurdên dilovan û dilpak jî rojnamevan kekê me Sîrwan Rehîm e. Rebeno ji min ewqas dilovan e ku kare gepa devê xwe têxe devê hevalê xwe. Lê çi hikmet be, qeze û bela jî qismetê wî ne. Yan wê diz têkevin mala wî, yan wê ji ezmanan kevirek li serê wî keve, yan jî di germa havînê de wê bişemite û bikeve. Qirdê wî kor e wesselam.

Li ser bextê malpera Avesta û başçawîşê wê Dilbixwîn Dara be, dibêjin vê dawîyê dîsa diz ketine mala wî û mal şût û rût kirine, heta bi derpî û fanêrê Sîrwanê me jî birine. Û hetta dibêjin gore û pêlav jî di malê de nehiştine û Sîrwanê me niha bê sol û bê gore pêxwas digere, strî û tîtik dikevin lingên wî.

Wey weleddddd kekê Sîrwan wey weled!

Xwedê ahê te ji wan diz û keleşan re nehêle û derbasbûyî be qurban.

About The Author