DÊYA TE ÇAWAYE?

 Piştî destpêkirina şerê qîrêj  yê li Kurdistana Bakur, gund hatin valakirin . Gelek malbatên Kurdan ji bêçaretî koçberî  bajarên mezin û metropolên Tirkan bûn. Di metropolan û bajarên mezin de ji ber tunebûna kar, jinên hinek malbatan ji bo debara malê laşê xwe difiroşin. Ji bo ku raza/sirra wan aşkera nebe jî, xort û mêrên malbatan dema digehin hev, ji bo raza xwe bincil bikin dibên:

-Filankes û bêvankes qahpîtîyê dikin.

Rojekê  du kes li çayxaneyekê rûniştî ne, yek ji wan qala cîranên xwe dike û dibê:

-Jina Ehmo, keça Hiso, bûka Temo  û hwd. tev qahpik in û qahpitîyê dikin.

Yê guhdar  dibê:

-Raweste, raweste, te got qahpik tiştek hat bîra mîn. Tu bi xwedê kî

“ DÊYA TE ÇAWAYE?”

Îcar xwedê neyne serê kesî. Xwedê kesî birçî nehêle. Birçîbûn û feqîrtî mirov dike qahpik jî, qûnek jî.

About The Author