P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

TIRREK Û FISEK


Rêwîyê Kal

 Hinek pir pesnê ewledê (keç,kur)  xwe didin, hinek jî ji ewledê xwe bi gilî û gazinc in. Her ewled ne ewled e, hinek ji wan bi kêrî tu tiştekî nayên, ne kêrhatî ne. Ne ji dê û bavê xwe re, ne ji cîvatê re bi kêrî tu tiştekî nayên. Car heye ji bo xwe jî kêrnehatî ne mixabin.

     Li devdorê xwe binerin ji wan kesan gelek hene. Carna mirov difikire û dibê “ Xwedêyo, gelo  te ev kes ji bo çi afirandin ? “

    Ji  xeynî  xirabîyê tiştekî qenc nakin, her tiştî dihetikînin. Wexta dê gilî û gazîncê xwe dîke, ji dê ya wî re dîbên “ Xwezî heta te ew dîanî cîhanê (dînê), te tirrek an fîsek  bikira çêtirbû “ werhasîl.

    Niza me  çi xwelî li serê xwe kir ku ji van “ tirrek û fisekan “ gelek Kurd hene ! Ne bi kêrî dê û bavên xwe tên, ne jî bi kêrî civata Kurd tên. Ji xeynî xirabîyê tu tiştek nabe para wan !

    Gelo me  çi guneh kir ku ev tirrek û fisek xesarê didin doza Kurdayetîyê? Kirdariya wan, kirinên wan wek yê dijminên Kurda ne mixabin.

    Ku mirov tirr be dengekî nebaş dide, fis be bêhneke genî dide devdorê xwe !

 Yezdan hevza meriv ji tirrek û fisekan bike rebbî !

Ev nivîs 670 carî hatiye xwendin


Comments are closed.