Bera du şeytanên me jî di nav şeytanên xelkê de bin!

Di heyamekê de, hinek zinêkar ji melayên Kurd, şev û roj ji xelkê re digotin: Zarokên xwe neşînin dibistanan, bera vî ilmê şeytên nexwînin û fêr nebin!

Yek ji wan zinêkaran, melayekî gundekî Binxetê bû, ku guhên gundiyan qulkiribû bi gotinên wek: Zarokên xwe deynin ber mela. Bera neçin ilmê şeytên nexwînin. Roja qiyametê wê di histuyên we de bibe bazinek ji agir.  

Rojekê gundiyekî hêz da xwe û ji melê re got: Melayê min, cenabê te herdem ji me re dibêje ku em zarokên xwe neşînin dibistanê, ji ber ew ilm yê şeytên e, lê em zanin ku du zarokên cenabê we li bajêr li mektebê ne û wî ilmî dixwînin, gelo ev çawa çêdibe?

Hûn zanin ku melên Kurdan wek roviyan in, herdem bersiva wan li ser zimanên wan in û lotik û zîtirkên wan hazir in. Melayê me li gundiyê reben nerî û got: Welleh kurê min em bixwe dizanin ku ev ilm yê şeytên e û ehûzûbillahî minelşeytanî elrecîm! Lê me got bera du şeytanên me jî di nav şeytanên xelkê kevin!

Mesela şeytanên melê, du şeytanên bêbav û nûjen xistin bîra min, ku di Encûmena Ewlekariya Navnetewî de, piştgiriya rêjîma Sûrî kirin û dijî wê biryara çavlirêkirî ku rêjîma Sûrî sûcdar bikira “veto” bikar anîn. Ev herdu şeytanên nûdem, yek Çîn û yek jî Rûs e! Yanî qaşo xwediyên miletên bindest in, lê ez bi gora şehîdên Hums û Hemayê kim, ev herdu dewlet bûne mafya navdewletî û mafên gelên bindest û xwelîliser bi xirrên xwe jî hesab nakin!

Weyla law min di gora Lenîn û Mawtsîton kirî ku bi navê komûnîstê bi dehan sal feqîr û hejar xapandin û ew kiribûn robot û kole! Ez mafya Rûsî û Çînî jî berdim ser dê û jina devlapûro, kurê ejdehayê Sûrîyê ku ev yanzde meh in, bi tank, top, teyare û hemû corên çekan li miletê Sûrîyê dide, dikuje, dişewitîne û dirûxîne. welleh insan wilo gêrikan jî nakuje looo! Hemû dinya ji wî re bûye “Şebbîhe”, welleh min ev hêvî ji devlapûro nedikir, na bi telaq! Na,  vê carê wê Colan vegerîne û belkî hinekî ji Lîwayê Iskenderonê jî têxe ser ha!

  Ez bi gora Hamza Al-Xatîb kim, bi berxwedana tara Xalidiya Humsê kim, Deraa û Restenê kim, Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Efrînê kim, wê kurê wê dêlka Enîsê vê carê derpê jinikê jî li ser ke û wê ew û bavê xwe biçin ser sergûyê dîrokê, wê xelkê Sûrîyê bi ser gorên wan de bimîzin û rojê hezar û yek naletê li wan bînin!

About The Author