Ziman, giyan û kurdperwerî…


 Kurd heta kîjan radeyê giyanparastî ne?
Di siyasetê de ziman nasname, di perwerdeya zanistî de giyan e.
Qedexekirina serdestan ji zimanê kurdî re ji ku derê tê?
Dema yek bibêje ez kurdperwer im, lê ziman girîng nebîne!?
Partiya ku zimanê zarokên min neparêze, nûneriya zarokên min nake.
Tirkbûn û erebbûna kurdên li Ewropayê ne gunehên ereb û tirkan e.

Giyanê mirov mîna darekê ye, dikare hişk bibe û dikare di heman demê de têr bibe. Tu li kîjan xakê biçinî, dê fêrî wê axê bibe û rih û kokên xwe pêde berde. Piştî demekê, tu wan kokan hilkişînî û li xakeke din biçînî, dê rengê wî darê zer bibe û dibe jî ku qet nejî. Yên mirovan, ew kok û rih giyan e. Ew giyan jî, ji biçûkanî de ji der û dorên xwe tê avdan û nehêsane ku bi mezinayî tu wî giyanî biguherînî û ji nû ve perwerde bikî.
Berî ku em têkevin nav xirecira siyaset û aboriyê, em ji xwe wekî ezmûnê dest pê bikin.
Dema ku em koçberî welatekî biyan dibin û bi taybetî di temenekî mezin de, em şerpeze û perîşan dibin, ne wekî zarokên xwe ku li van welatan jidayik bûbin. Ev temen û têkildarî jêre dibêjin perwerde. Taybetmediya civatekê roj bi roj bandora xwe li kesayetan dike û mîna basikekê li ser giyanê wan tê raxistin û ew bandor jî ji zimanê dayikê dest pê dike. Di wî zimanî de, ken, girî, xwarin û vexwarin, muzîk, reqs û dîlan têne şirovekirin û xemla jiyaneke taybet diyar dike. Ez li ber muzîka zimanekî biyanî kêfxweş dibim lê serxweş nabim. Dibe ku dengê Şakiro bi kurdekî dagirbûyî nexweş be û bi ermeniyekî wekî Gerabêtê Xaco xweş be. Ew jî ji sedema têkiliya temenî dûdirêj e.
Belkî hinek kes naxwazin vê gotinê bêjin û vê dîmenê wekî tewanbariyeke siyasî û têkçûneke giranî li xwe bipîvin, lê rastiya wê dagirkerî û pişaftin e. Di baweriya min de… heta ku em xwe ji vê dagirkeriyê rizgar bikin divê em wê wekî heye destnîşan bikin û bi wêrekî li van tiştan mikur bên, ne ku em behaniyan ji vê dagirkeriyê re bibînin û em bibêjin; giyanê netewî dikare di zimanên biyanî û serdestan jî bê parastin.
Parastina taybetmendiya netewî û bi taybet ya kurdan ji rizgarkirina hemû alavên bikaranîna mirovatî pêk tên.. û ziman yek ji alavên dan û standina civatê yê giyanî ye û yek ji girîngtirîn stûnên hebûna neteweyê ye. Dema ku siyasetmedarekî tirk dibêje zimanê kurdî ne zimanekî dewlemend û rewa ye, dema ku rêjîmeke wekî Beas ziman qedexe dike, ev ne nîşanên dilpakiyê ne. Ew mebesta tunekirina zimanekî ye û bi tunekirina wî zimanî, tunekirina netewa kurd plan dikin. Lewma heta ji me bê divê ev ziman wekî zimanê rih bê parastin. Ev yek jî di pêşinyara kek Jan Dost de reng vedide.  Derbirîna nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç girîngiya ziman ji bo avakirina giyanekî kurdewer diyar dike dema dibêje; “Ev bîst û pênc sal in ku ez bi tirkî napeyivim. Bi kurdî ders didim, bi kurdî dinivîsim, bi kurdî dixwînim (sê zaravayan), li televîzyonên tirkî nanêrim, restorantên tirkan de nan naxwim. Cihê ku ez diçim, eger tirkî ji wir nereve, ez xwe di nava îxanetê de hîs dikim.” Ma ku ziman ew qas girîng nebûya, dê çima ew qas sal pêve bihata girêdan, tevî ku nêrîna li çand û nerînên din jî pêwîst e.
Giyanê ku têr bi zimanê kurdî hatibe avdan, dê ew giyan mîna guleke xwezayî bêhna kurdayetiyê jê bifûre, lê dema ku kurdayetiyê bi zimanekî din bike û fikr û hizrên xwe bi zimanên serdestan bihûnin, -çi nivîskar, çi siyasetmedar- dê mîna guleke naylon tenê bi rengê xwe gul be û bi bêhnvedana xwe tiştekî din be. Zanista zimanî û lêkolînerên di vî warî de dibêjin; zarokên ku bi zimanê dayikê têr bûbin, di zimanê din jî serkeftî ne. Lê parastina giyanê zarokekî roleke mezin di mezinatiya wî de dilîze. Ziman hemû baş in, hemû pîroz û dewlemendiya şaristaniya mirovatiyê ne, lê zimanê dayikê makzemîna dewlemendiya giyanê netewî ye. Şerê ku bi sedên salan bi rê ve çûye ne tenê şerê xakê ye, belê şerê parastina giyanê mirovî ye jî û ew giyan bi zimanê kurdî parastî be xweşiktir û bedewtir e. Ev mijar girîng e, em ji hêla wêje û zimanî û berhem vedikolin, lê girîngî bi çend kesên di hêla felsefî de zaniyar bin heye. 

ar-oskan@hotmail.com

About The Author