Dewar û siyaset?

Kasimpaşalî Receb ev dewarê xwedê ji ku anîye, ji ku dîtiye û kiriye wezîr nizanim, lê dewar îdrîs Naîm Şahîn efendî niyeta dilê xwe pir vekirî eşkere dike. Niyeta wî çiye? Dijminatîya Kurdan e!

Birastî ez wî û lotikên wî pîroz dikim. Kurê kerê xwe venaşêre, bi gotin û daxuyanîyên xwe rasterast li çavên awira gelemperî dinere û dibêje “Ez Kurdan bi xirrê xwe hesab nakim, Kurd ne mirov in, lêborînê heq nakin û fîguranên (lîztikvanên cîhgir) ên vî şerî ne” filan û fîstan.

Gelo kesek wek dewar Îdrîs Naîm Şahîn efendî niyeta xwe wilo eşkere dibêje? Na.

Dewar kurê dewaran Îdrîs Naîm Şahîn, wek her carê dîsa tirrek ji tirra bergîlê mezintir kir û hesabê Kurdan bi xirrê xwe nekir.

Kurê dêlê di derbarê qetlîama Roboskî de got ku “Kurd lêborînê heq nakin û ew fîguranên vî şerî ne”.

Ka ji vê rastîyê xweştir rastî?

Birastî gelo Kurd lêborînan heq dikin?

Gelo milletekî wek Kurdan kole û xwelîser, miletekî sofî, mirîd û qûnalêsên dijminê xwe mafê lêborînê, heq û hiqûqê heq dikin?

Li gora min na, heq nakin.

Kurd misteheqê koletî û bindestîyê ne. Kurd misteheqê qetlîamên wek Roboskî ne. Kurd misteheqê wezîrên wek dewar Îdrîs Naîm Şahîn in. Ma go Kurd ne ev xwelîser bûna, ne sofî û mirîdên dergeha şêxên dewleta sererd û binerd bûna, Naîm Şahîn efendî ev gotin digotin?

Na na, sayin dewar Îdrîs Naîm Şahîn efendî rast gotiye û xweş gotiye. Gotiye lê fêde nake. Fêde nake ji ber bêvil û pozê me Kurdên xwelîser naşewite. Heke bêvil û pozê me bişewitîya, meyê nedaba dû qûna dewşîrme û dolheramên Tirk û Kurdên ku bi navê bratîya sexte xulamtîyê ji Tirkan re dikin û xelas….

Sêwas

About The Author