Kilîlîlîlîlî, xalê me Bûrkay dîsa dibe serok!

Kevneserokê PSK xalê me Kemal Bûrkay, berî vegera xwe gotibû  “êdî ezê siyasetê nekim” û berê xwe dabû Tirkiyê. Lê xuyaye ne ew bê siyasetê dibe û ne jî siyaset bêyî wî dibe. Sebra herduyan jî bêyî hev nayê.

Piştî ku xalê me Bûrkay bû endamê HAK-PAR ê, mesele wek “mirêka erd û ezmên” eşkere û xuya bû. Êdî herkesî texmîn dikir ku piştî endametîyê êdî serokatî tê. Herkesî texmîn dikir ku wê xalê me Bûrkay bibe serokê HAK-PARê û di qada legal de siyasetê bike. Ji xwe ji ber vê bû ku kesên mîna Saît Aydogmûş ji partîyê veqetîyan û gotin “HAK-PAR di bin wesayeta Bûrkay de ye” filan û fîstan.

Axir, xalê me Kemal Bûrkay di televizyona A Haber de namzetîya xwe eşkere kir û got “ez ji serokatîya HAK-PAR ê re heme cîgerim” û mizgînîyek da Kurdan.

Ê de ji niha ve serokatîya xalê me Bûrkay pîroz be, xwedê lotikên wî xurt, germ û nerm bike rebbî…

Amed

About The Author