Tirkên Iraqê, Kurdên Sûrî

Ji bo Tirkên Iraqê gaveke nû dest pê kir, lê ji bo Kurdên Sûrî?… Vane Tirkên Iraqê û Kurdên Sûrî…

Pêşî ez bibêjim, peyva „Tirkên Iraqê“ û „Kurdên Sûrî“ min taybetî hilbijartiye û ezê vê nivîsê ji ser van peyvan re bidomînim.

– Hejmara Tirkên Iraqê bi nîqaş e. Yên ku dibêjin 600 hezar kes in jî hene, yên qala 2 mîlyonan dikin jî. Zêdetir „Tirk“ qala vê hejmara zêde dikin.
Hejmara Kurdên Sûrî jî bi vî awayî. Yên ku dibêjin hejmara wan 2 mîlyon e jî hene, yên ku qala 4 mîlyonan dikin jî. Zêdetir „Kurd“ qala vê hejmara zêde dikin.

– Tirkên Iraqê alfabeya Erebî bikar tînin. Hindik nivîskarên wan bi alfabeya Latînî dizanin û meyl lê dikin.
Kurdên Sûrî alfabeya Latînî bikar tînin. Lê ji ber ku zimanê dewletê erebî ye û dewlet alfabeya Erebî bikar tîne, Kurdên Sûrî jî mecbûr dimînin alfabeya Erebî jî bikar bînin, di karên fermî û tiştên wisa de. Bi gotineke din ew Latîniyê diparêzin, lê ji ber mecbûrî bi ya Erebî jî dizanin. Jixwe têkiliya Kurdên Sûrî bi kurdên bakur û kurdên li Ewropayê re jî heye û ev yek jî dike ku tercîha wan ya sereke bibe alfabeya Latînî; ev jî xalek din e û xalek baş e jî. Helbet digel hin sedemên din jî terciha alfabeya Latînî hatiye kirin.

– Tirkên Iraqê bi awayê nivîskî Tirkiya Tirkiyeyê bikar tînin.
Kurdên Sûrî jî bi awayê nivîskî nêzî kurdên bakur in.

– Zaravaya Tirkên Iraqê zaravaya „Başûrê Azerî“ ye.
Zaravaya Kurdên Sûrî kurmancî ye, lê mirov dikare bibêje ji hemû devokên kurdî li nav Kurdên Sûrî peyda dibe. Lê piştî Hawarê ew di nivîsê de nêzî devoka Cizîra Botanê bûne.

– Tirkên Iraqê xwedî dibistanan in, bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin.
Kurdên Sûrî heta îro ne xwedî dibistaneke bi vî rengî bûn. Niha bi destê xwe hin dibistanên wisa vekirine, lê hê ev gava “berpêşî” ye.

– Tirkên Iraqê misilman in, wekî mezheb jî şiî û sunî ne.
Kurdên Sûrî jî misilman in, lê wekî mezheb piranî sunî ne. Ev jî heye: Di nav Kurdên Sûrî de parek kurdên êzîdî, hinek jî kurdên elewî hene (li Mabetlî li Efrînê).

– Stranên Tirkên Irakê li Stenbol û Enqereyê navdar in.
Stranen Kurdên Sûrî jî li Amed û bajarên din ên kurdan navdar in. Gelek hunermendên ji Kurdên Sûrî li parçeyên din di nav hunermendên herî navdar de cih digirin.

– Tirkên Iraqê ji dema Osmanî ve li wir mane; Ataturk ji wan re demekê „Bayat Turkleri“ gotiye. Heyeta Îngilîz di Konferansa Lozanê de ji wan re gotiye „Tirkmen“. Enqereyê di peymana Lozanê (1923) û peymana Enqereyê (1926) de gotiye „Tirkên Musilê“. Piştî Ebdulqadir Qasim li Iraqê hat ser kar, êdî ji wan re got „Tirkmen“ û wisa ma.
Piraniya kurdan ji Kurdên Sûrî re „Kurdên Binxetê“ gotin. Di lîteratura siyasî de wekî „Kurdên Rojavayê Kurdistanê“ û carinan wekî „Kurdên Başûrê Biçûk“ jî hatin binavkirin.

– Tirkên Tirkiyeyê bi dehan salan hay ji Tirkên Iraqê nebûn. Kengê meseleye siyasî derket holê, yan Tirkiyeyê xwest wan li hemberî gelên din bikar bîne (mînak li hemberî başûr, yan di van demên dawî de li hemberî rojavayê Kurdistanê) wê çaxê hay ji wan çêbûn û çûn serdana wan.
Her çiqas kurdên başûr û bakur ji bo Kurdên Sûrî zêde tiştek nekiribin jî, her haya wan ji hev hebû. Kurdên Sûrî di nav hemû tevgerên kurdan de cih girtine. Ji aliyê wêjeyî ve jî têkiliya Kurdên Surî û kurdên parçeyên din her hebûye.

– Parlemena Iraqê, Tirkmen wekî „Sêyemîn gelê bingehîn ê Iraqa Federal“ (01.08.2012, Milliyet) qebûl kir. Berdevkê Weqfa Kerkûkê yê tirkmen Mahîr Nakîp li ser vê biryarê wisa gotiye: „Bi vê biryarê hemû mafên siyasî, îdarî, çandî û perwerdehî yê tirkmenan ketiye bin ewlehiyê. Heta niha digel hemû giliyên me jî ev maf nehatibûn qebûlkirin lê êdî bi vê biryarê re digel Ereb û Kurdan, Tirkmen jî dê bibin xwedî mafên xwe yên di Zagona Bingehîn de.“ Her çiqas bi awayekî fermî Tirkên Iraqe nehatibûn qebûlkirin jî lê kesî ew înkar nedikirin.
Kurdên Sûrî heta niha ne ji aliyê rêveberiya Sûriyê, ne jî yên dibêjin em muxalif in ve hatine qebûlkirin. Her wiha heta niha rêveberiya Sûrî bi sed hezaran Kurdên Sûrî red kirine û bê nasname hiştine. Hê jî navê wan di tu zagon, yan peymanî de nîn e.

– Di serî de PDK û YNK, partiyên kurdan û partiyên Iraqê, Tirkên Iraqê red nekirine.
Kurdên Sûrî ji aliyê partiyên li Sûrî ve her hatine redkirin. Hê jî yek ji nûnerên (yê Tirkiyeyê) Konseya Neteweyî ya Sûriyê (ew bi xwe endamê Birayên Misilman e) wisa digot: „Sûriye ji Esad rizgar bibe, xala yekemîn dê ev be: ‚Komara Erebî ya Sûriyê‘.“  (CNNTurk, 2012)

– (li gor biryara li jor me qal kir), (1) Bajar û herêmên ku Tirkên Iraqê lê zêde ne, dikare yekîneyên girêdayî Teşkîlata Polîsan a Federal a Tirkmenan ava bike. (2) Nifûsa Iraqê sedî 75-80 ji ereb, sedî 15-20 ji kurdan û sedî 2-3 ji tirkmenan pêk tê.
Kurdên Sûrî hê jî bi tu awayî ne xwedî biryareke wisa ne.

– Tirkmenên Iraqê dikarin ji dewleta Tirkiyeyê yan dewleteke din a Tirkan piştgiriyê bigirin, digirin jî.
Kurdên Sûrî hê jî nikarin alîkariyeke xurt bigirin, bes her tiştî bi rêxistinbûna xwe ya xurt dikarin bikin. Ku bi desxistina hin bajarên kurdan* jî mînakek wisa ye.

– Rêveberiya Tirkiyeyê ji bo Tirkên Iraqê her tiştî wekî maf dibînin, mafên wan diparêzin, Wezîrê Karên Derve dişîne wê derê…
Heman rêveberî Kurdên Sûrî wekî neyar dibîne, dixwaze destkeftinên heyî jî ji destê wan bigire.

Wekî encam:
Tirkmenên Iraqê bi awayekî fermî mafên xwe bi dest xistine.
Kurdên Sûrî, bi hêza xwe dest daniye ser herêma xwe (beşek jê), dixwaze mafê xwe bi dest bixe, lê ji aliyê fermî ve hê ji aliyê tu dewletê ve nehatine qebûlkirin, ne diyar e dê bêne qebûlkirin jî yan na. Lê ev jî diyar e: Kurdên Sûrî ji vir bi paşvetir gav navêjin.
cemilo@diyarname.com

Diyarname

About The Author