Osmanê me lotikek li PKK xist

Brayê serokê Kurdên dinya û axretê cîgerim Osman Ocalan, ji rojnama BUGUN re lotikên kesanedî avêtine û daye lotikan. Osmanê me bi namûsa xwe sûnd xwariye ku “Parêzerên PKK...

Brayê serokê Kurdên dinya û axretê cîgerim Osman Ocalan, ji rojnama BUGUN re lotikên kesanedî avêtine û daye lotikan.

Osmanê me bi namûsa xwe sûnd xwariye ku “Parêzerên PKK û Ergenekonê” nexwestine şer raweste, wan rê li ber demokratîkbûna PKK û aştîyê girtine, dema ew ji PKK veqetiyane PKK hatibû ser sînorê tunebûnê, lê parêzerên PKK (Asrin Hukuk Burosu) û Ergenekona dewletê bi hevkarîyek mezin rê li ber reformkirina PKK girtine, balafirên Tirkan çiyayê Qendîlê bi belavokan xemilandine û dest bi antîpropaganda me kirine.

Osmanê me dîsa bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye “Ez ne çep im, PKK di bin kontrola çep û Elewîyan de ye, ez li dijî vê yekê me,  ez “misilmanekî mihafazakar û demokrat im”.

Cîgerim Osman Ocalan bi dewamî gotiye “Binerin oxlim, di sala 2002 an de, dema damezrandina KADEK ê, me dixwest dawî li hebûna PKK bînin û bi KADEK ê siyasetek maqûl û demokratîk bidin destpêkirin. Lê Ergenekonê midaxele kir, de dema damezrandina Kongra Gel de jî dîsa midaxele kir. Îstîxbarata dewleta Tirk, Îran û Sûrîyê xwestin min tasfîye bikin. Me dixwest em rêxistinê bikin hêzek siyasî, lê nehiştin” filan û fîstan.

Osmanê me serê hefsarê hespê xwe berdaye û gotiye “Binerin cîgerim, heke me derfet bidîta meyê tevgerek “Mihafazakar Demokrat” ava bikira û bi vê re biçûna çareserîyê. Ji ber vê, dîtina min a siyasî ji a rêxistinê (PKK) cudatir e. Heke bêjin “Were serokatîya PKK bike” ez bersivek erênî nadim. Lê derfet tune ku ez ji derveyî wê jî siyasetê bikim. Heke hevkarîya “xwedayan” (yanî Parêzer, Ergenekon, mixabarata Tirkî, Îran û Sûrîyê) tunebûya meyê ew siyaset bikira. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî naxwazin ev şer raweste, berjewendîya wan tê de heye. PKK xizmeta herkesî dike lê tenê xizmeta xwe nake. Şerê ku îro PKK dimeşîne xizmeta gellek hêzan dike” û pê de çûye.

Ez serê we neêşînim, Osmanê me misilmanekî mihafazakar-demokrat e, ne çep e û şerê ku îro PKK dimeşîne rast nabîne, dibêje “çep û Elewîyan qûş li PKK qetandine û hefsarê wê xistine destê xwe û ew jî xizmeta hêz û dewletên herêmê dikin” filan û fîstan.

Ê de xêr û guneh di stuyê xalê me Osman Ocalan de be rebbî..

Stenbol

http://gundem.bugun.com.tr/osman-ocalan-dan-pkk-itirafi-haberi-202780

Categories
Kadîn
5 Comments on this post.
  • Kurdewar
    23 August 2012 at 00:14

    Lolo Osmano erê tu jî wayê sîyasetê fêr bûyî, dev ji van fistika berde wextê li ba te di bin fermana te de xortên me bin kevir dikirin te çima dengê xwe nedikir?

    Te niha rola Erol TAŞ berdaye tu “ polîsê baş “ dileyzî ne…

  • mere 3 jina
    24 August 2012 at 02:03

    bi quna xwe dixwaive

  • mere 3 jina
    24 August 2012 at 02:05

    diaxiwe

  • Barzan
    25 August 2012 at 23:49

    Teresen tirkan.Kàr u xebatèn chasiki cuyuna xawaren tirkani.Gidi teres tu ciyè?

  • Newafê Xalo
    27 August 2012 at 09:19

    Lo-lo Oso – qûn bi fis o
    Tu ga bûyî bi tir û fis o
    Ev çi halê te ye kuro?
    De siktir be bêaqilo!
    Serokê erd û ezman ‚apo‘
    Wê darekî di quna te ke kurrrrrroooooooooo!
    Çawa dar di hemûyan re kir ew bênamûso!
    Wisa jî di çav û qûna te re ke hey bêsewado!
    Ew zebaniyê ser erd û û ezman e welleh lao!
    De bişeqqite ji wir îblîs kurê îblîsoooooo!!!

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...