Mala Pişo!

Pisîkek li serê Osê dibe bela.  Osê dikeve nav mitalan û dê hew zane bê ew ê çawa xwe jê xelas bike.  Pisîkeke cirnexweş, bêhawe û qirêjokî… Osê wê di derî re davê, di şibakeyê re dikeve hundir. Di şibakeyê re davê, di qula sobê re dikeve hundir. Dike û nake xelasî tune.  Dê karê Osê mabû pisîka bêhawe… Osê sibehekê şîyar dibe, çi bibîne? Pisîka wî di ber bêvila wî de pal daye û terîya xwe bi nav çavê wî-bi ser rûyê wî dide. Li saetê dinêre, pêncê sibê ye. Radihêje şimika ber serê xwe û dawdişîne noqa pisîkê. Pisîk revî revî xwe li derî diqewinîne. 

Osê ji wê xewa şêrîn şîyar bûye, mirûz tirş, gû ji wechê wî dibare. Di dilê xwe de dibêje, “Min di te kirê tu narevî!” û dîsa serê davêje xewê. Lê xew lê çûbû û hew vedigerîya. Xwe bi wê hêlê ve diqulipîne nabe, xwe bi vê hêlê ve diqulipîne nabe. Xew çû û Osê dimîne li dû… Nahletekê li çavê şeytên dibarîne û dikeve pey pisîkê. Li wê hewşê ew û pisîk filîmên nedîtî tînin serê hev. Ji qeramûşkên pisîkê tu avayî tê de nemabû; ji qeramûşkan ser rûyê wî wek nivîsa Japon xuya dikir. Rûyê wî di nav şotika xwînê de mabû.  Axir piştî hewldaneke zor û zahmet pisîkê digre, dixe hundirê kîsekî xişiko, davê nav pişta xwe û ber bi taxa jorîn ve dihere. Pisîkê dibe li sikaka herî xewle berdide, xwe jê vedidize û tê malê. Osê me di derî re dikeve hundir, sola xwe ji pê dike ku gava xwe bavêje hundir, lê dinêre ku tew pisîka wî li şûna wî veketîye, terîya xwe xistîye nav şeqên xwe û serî avêtîye xewê…Osê şipîya sar û matmayî qederê deqeyekê disekine li pisîka xwe dinêre. Bi hêrs radihêje fereke sol û davêje pisîkê. Bi himînîya wî re, pisîk berî ku sol pê bibe piloz dibe û xwe li derî diqewimîne. Fera solê pengiz dibe, dihere li serê jina wî ya ku ji pisîkê wê de pal dabû dikeve. Bi girmînîya solê re jinik çeng dibe ser xwe û qîrînî pê dikeve. Ku jinik wê şoqê ji ser xwe davê û pê ve li xwe difitile ku mêrê wê çend gavekî ji wê wê de şipîya sekinîye. Devê Osê li hev digere dibêje; “Bibore, min avêt bêxwedîka pisîkê, bêhemdî hat li te ket.” Jinik dibêje; “Anuha ew zir sol te li serê min xist? Osê dibêje; “Bêhemdî bû wî! Ma peyv bi serê te de nare.” Jinik dibêje; “Tu ji pisîkê ne xerabtir bûya, tu bi ratelqa wê pisîkê diket. Ya Rebbî…! Dema te aqil belav kir ev Xwedêjênerazî li kîderê bû?” Ji hêrsbûna Osê dev destê xwe dike. Çav di serî de sor dibin û dikeve pey pisîkê. Piştî wê solê ma pisîk xwe dide dest. Osê digere-nagere pisîkê nabîne. Dihere xwe li paş derî vedişêre û xwe dide benda derketina pisîkê. Piştî kêlîyekê pisîk bi dizî tê ku derbasî hundir bibe, Osê kîsikê xwe yî xişiko ku berê amade kiribû di serî re derbas dike. Her çiqas pisîk di hundirê kîs de dike warewar jî, Osê ew bi dest xistibû û dê pisîk hefsî bû. Devê kîs li hev ba dide û davêje nav pişta xwe û dikeve rê. Him dimeşe, him jî di ber xwe de dike vinevin; “Min di jina xwedî nîyhê! Min di te pisîk nîyhê! Hela bê tê îcar çawa rê bi ser malê xî! Ez Osê me Osê! Ma şer bi min re dibe min di te kirê!” û di bin simbela de dikene, dike hakehak… Osê vê carê pisîkê dibe li taxa herî dûr a bajêr berdide û vedigere malê… Pisîk wê rojê rê bi ser malê naxe. Osê dilşad û kêfxweş e. Dê pisîk tune û Osê ji derdekî mezin xelas dibe.  Osê wê şevê bi rehetî serê davêje xewê. Bi berbanga sibê re bi xwe dihise ku pisîka wî di himbêza wî de xwe civandîye ser hev û razaye. Osê ji bo destmêjgirtinê radibe ser xwe ku derkeve derve, li pisîka xwe hayîl dibe. Di ber xwe de dike niçeniç. Rebeno hew zane dê çi bike. Li kîderê berdide lê vedigere…  Osê li xwe diheyire. Dê dikeve tev; çi dikir bi nav destên wî de diteqîya. Lê carekê xistibû serê xwe û divîyabû ev mesele çareser bikira… Osê piştî nîvro wek her car dîsa dikeve pey pisîka xwe.  Pisîk direve, ew li pey wê. Hevdu ji hal de dixin. 

 Axir, pisîk ji ber wî direve û dihere dikeve kadînê. Hundirê kadînê jî tije pûş, sergîn û qirşik e. Pisîk dihere li quncika dawîya kadînê xwe vedişêre. Osê hêdî û bi dizî dora wê bi qirşik, sergîn û pûş lêdike û agir berdidê. Di hundirê çend sanîyan de agir li seranserî kadînê belav dibe. Ne pûş dimîne, ne sergîn dimîne û ne jî pisîk. Pisîk di nav wî ardûyî de dibe arî û dihere… Jina Osê xwe li derve diqewimîne, çi bibîne? Agir bi kadînê ketîye,tu  avayî tê de nemaye. Dibe pepûpepûya wê û li xwe dixe. Dibêje; “ Osê tu wek kerekî li vir sekinîyî, ma qey te nikarîbû vemiranda hey xwelîser?” Tew Osê li xwe danîne bersivê jî bide. Di ber xwe de dibêje; “Welle min nîyha te û kadîn û pisîkê tev de!”  Pisîk dimre, Osê digihêje armanca xwe û navê malê jî dimîne “Mala Pişo!”

About The Author