Sep 22, 2020

Lawê ewil bûm ez.
Delalî!

devliken
Pir delalî bûm.
Heta heft-heyşt saliya xwe jî ew biçûya ku, ez jî bi xwe re dibirim.
Piştî bi firê ketim, car caran jê dûr ketim;
mîna mirov kezebê deyne ser pizotên êgir,
ez zanim,
ewçend pê zor, ewçend pê tahde bû.
Axa bû!
Maqûl bû!
Mêrxas û egîd bû!
Peyva wî li ser eşîrê ferman bû;
di ser peyva wî re peyv nedibû.
Bi çipirîzkan ji bedlê xwe toz dadiweşand;
zêde nişmî bû, bavê min.
Û rojekê koç kir,
çû…
Ewil bi min wek henekekê hat.
Dû re min dît ew çû û tim dinêrim ez li dû.
Bavê mino!
Min bêriya sê saliya xwe kir îro…

%d Bloggern gefällt das: