Bajo xalê Selîm bajooooooo!

Belê kezebno…

Girtîyên me di zindanên dewletê de ketine rojîya mirinê, can û ruhê şîrîn dikin qurbana daxwazên xwe û fedakarîya herî bilind dikin. Ew ji kîjan partî yan rêxistinê bin bila bibin, çi raman û helwestê diparêzin bila bikin, di encamê de ew zarokên me ne, Kurd in û zikê me li ser wan dêşe.

Lê car carna ez helwesta van BDP î yên me, helwesta van kesên ku li ser xwîna keç û xortên me diçêrin, siyasetê dikin û kursîyên xwe saxlem dikin, pir meraq dikim hûn zanin.

Aha ji we re nimûneya herî piçûk, nimûneya herî eşkere di van wêneyan de xuya dike. Hinek yan jî piranîya çawîş û başçawîşên BDP î yên ku girtîyên me, zarokên me dişînin mirinê, li ser xwîna wan siyasetê dikin lê ew bi xwe nakevin grêvên birçîbûnê (grêvên mirinê ji xwe tew newêrin xwe nêzîk jî bikin), kêf kêfa wan e. Keç û xortên Kurd di zindanan de mirin nemirin ne xema xirrê kurê wan e.

Birastî çima ev kone û canbaz zarokên me dişînin mirinê ka hûn nabêjin? Ê law 100 şaredarî di destên we de ne, hûn di meclîs û parlamentoyê de ne, derfet û îmkanên we yên legal û demokratîk pir û pir in, çima hûn wan derfetan bi kar naynin, di warê dîplomasî û qada legal de lobî çênakin? Çima hûn ji bo rewşa Ocalan, xweparaztina bi zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî li Ewrûpa û seranserê cîhanê dîplomasîyê nakin û cîh li dewleta Tirk teng nakin? Ma hûn gurê wan reben û hêsîrên hepsê ne babam? De heke ne fen û fût bin, heke ne dek û dolab bin, hûn jî têkevin grêvên mirinê hi! Hûn jî can û ruhê şîrîn feda bikin cîgerim!

Naaaaaaaa!

Yê wan can e, yê girtîyên zindanan bacan e ne!

Êêêêêêêê, navê vê lîztik û govendê siyaset e babam siyaset!

Belê, şaredarê bajarê Sêrtê xalê me Selîm Sadak cejna komara Tirko (29 Ekîm Cumhurîyet Bayrami) pîroz kir, tew sergovendî jî kir û beroşek pelûla germ bi ser serê girtîyên heps û zindanan dakir..

Kilîlîlîîlîîlîî, şabaş, şabaş ji lotikên BDP re şabaş!

Sêrt

About The Author

10 thoughts on “Bajo xalê Selîm bajooooooo!

  1. Berê gotine birako
    Hin dikin,Hinjî dixwin
    Jixwe ku evana dirustbana wê halê me kurda ne ev hal ba

  2. Herwerin vê govendê
    destê hev bigrin tevda
    Kec u xorta bisînin mirina bircîbunê
    Testa gost u savarê deynin ber me li erdê

    yên dibên bila zarokên me nemirin dibin xayin,Evana jî dibin welatparêz.
    Ku welatparêzî eva be,ez ne welatparêz!

  3. jı xırre mamo selim u rêhevalên wi ve
    ma jı wanre derde ku xorten kurd li sere çiya li bine zındanan de bimrin
    e canım ma hun nizanın her mirina xortek kurd zedebuna serwet u kursiya selimo u rehevalen wine

  4. Di eslê xwada gazin ji te neyê kirin.Bapîra gotiya“gazin tê kirin ku hêvî tê hebê“

  5. Kuro bi sed mishefa sîyasetmedarên BDPyî bi qeydê nêrî lê wek xalanên xweyê Tirk me di xapînin we got çi ?

  6. Hûn dizanin çima xalê Selîm kelecoshî bûye, haylixwe nîne çi dike? Ez dizanim! AKP’ê cejna xalê wan pîroz nekir, ewan dest nedahêlan û li gel CHP kimal pasha cejna xwînxwarên Kurdan, ya xalên xwe pîrozkir. Ewê bêje neraste, bila bêje çima sala borî BDP ew cejin bi cosh pîroznekir? PKK’yi roj bi roj rûyê xwe yê kemalîst nishandidin, wek Rojava, endamên ku hafiz nekarî ewan ji doza Kurd û Kurdistan dûrbêxe girtin û nihajî windane. Gelê Kurdistanê wê vê hisabê ji wan bipirse. Xuda doma wan kurdtbike.

  7. Yevnanî (Greece) πολυεδρικές (polîtîka) : poli+tika = dû rû… ni zanim hêdî çidî bi nivîsim….

  8. selam isvec agalari, yazimi türkce yazacam cünkü isvec gibi bir ülkede yasamadim türkiye de de ali okulunu okudum…
    sizi cok iyi anliyorum ey agalar , gecmisinize diyecegim yok belirli bedeler ödediniz tamam kimsenin buna diyecegi yok.12 eylül geldigin de nerdeyse kuzey kürdistanda kurkudan ben kürdüm diyen kalmamisti. peki size soruyorum ,12 eylülde ben insanim ve ben kürdüm diyen kimdi? ey agalar haklisiniz fakat yönteminiz dogru degil.. hakikat var KITLENIZ yok .niye yok cünkü halkin arasinda degilsiniz..halkin arasina girebilmek icin de belirli bedeler sart! APO diye birisi almis basini gidiyor. urfali iste adam cok isot yemis.. internete lotikxane diye bir sayfa olusturmak güzel. fakat yanliz bu adimla yeterli olmaz halkin arasina girin …o zaman elestirilerinizi ve dogrularinizi destekliyenler olur.. hepinize iyi lotikler diyerek…

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.