Ez im ev ev ez im

(Ji bo lehengên greva birçîbûnê)

Zeviya jiyan û evînê me ez

Li ser min şîn bûn hemî bedewî

Di nav gemariyên dîrokê de hatime veşartin

Li ser sînga min avabûn împaratorî

Zilmê kelehan ava kir

Zevî bi sedan caran ji nû ve hat ajotin

Xudawend cotyar, li pêş wan gayê esmanî

Gîsnên har li nav sînga min

Şopên kûr, tovên zilmê, yên gemariyê

 

Şerê pakiyê, navê jiyanê me ez

Caran dibime Kawayê hesinker

Caran Fravartîşê dilêr

Caran qîrîna Mazlûm, Kemal û Xeyrî

Giraniya Akîf û Ciwaniya Alî

 

Neviyê Zal´im

Gurzê li destê min e rastiya min

Xweş dihejînim li ser serê zilmê

 

Birçiyê jiyanê me ez

Da bo wê bimirim

Ger azad nebin giyan dê çi bikim ez ji jiyan

 

Bi dil û mêjiyê xwe ve heme û mayende me

Lewra hêza li dilê gelê xwe me

Li ber xwe didim dibime jiyan

Û ji nû ve şîn dibim li nav dilê zarokan

Ta paqij bikim ji nav lepên dêleguran

Jiyan û van zeviyan.

 

Amîda Kurd

 

About The Author