De were û mîrkutekî li nav serê wî nexe!

Serokê Komela Wergêrên Tirkiîyê sayin sermezin Serhat Kunar, zîtirkek zêdeyî bejna xwe avêt û heqaret li Kurd û zimanê Kurdî kir.

serhat kunaroOxlim ji çapemenîyê re gotiye ku ”Zimanê Kurdî zimanekî teng û kêmgotin e, ne zimanekî akademîk e. Ji ber vê, nikare bibe zimanê dad û hiqûqê. Kurd di nav xwe de sê beş in, Kurmancî, Zazakî û Soranî. Ew bi xwe jî ji hev fêhm nakin. Beşê herî dewlemend beşê Kurmancî ye, lê li gor ku fîlologê Alman Marr gotiye, Kurmancî jî tenê ji 4 hezar gotinan pêk tê. Ji ber vê, di dadgehan de wergerandin yan jî wergêrîkirin zehmet e” filan û fîstan.

Kuro hey oxlim, fîlologê Alman Marr ev gotin berî 100 salî gotiye. Îro ferhengên Kurdî yên bi 50-55 hezar gotin hatine nivîsandin hey ehmeqo, ma haya te ji çi heye ewladim? Hele ka peyv û gotinên Kurdî, Farisî û Erebî ji zimanê Tirkî derxîne der, heke gûyek di zimanê te Tirkî de ma ezê çewalek pîvaz bidim te law.

Tu şûjina di çavê xwe û zimanê xwe de nabînî, tu zimandirêjîya Kurd û Kurî dikî hey çeqilmast!

Antalya

About The Author