Johanna Acosta transferî Lotikxane Spor dibe

Model û lotikvana ji welatê Perû yê Johanna Acosta, ji fûtbolê pir hez dike. Roj namîne ku danekeve hol û gasînên fûtbolê û lotikan nede xwe. Li gor ku sîxurên me didin zanîn, Johanna Acosta ji Maradona xweştir fûtbolê dilîze, ji Ronaldo xweştir gokê dizîzikîne û ji Mesûd Ozîl xweştir dide lotikan.

johanna acostaPiştî lêkolînek kûr û dûr, serokê Lotikxane Spor Hesenê Kerçirên teknîk dîrektor û meclîsa Lotikxane Spor kom kir û biryar da ku xanima germik û nermik Johanna Acosta transferî Lotikxane Spor bike.

Heta bi vê kêlîyê jî serokê Lotikxane Spor Hesenê Kerçirên û Johanna Acosta nîqaş û bazara transferîyê dikin û li ser mesrefê negihane encamekê. Ji ber ku Johanna Acosta pereyekî mezin dixwaze û Hesenê Kerçirên jî dixwaze wê bi nîvê heq transferî Lotikxane Spor bike, nîqaş berdewam im û herdu alî hevdu germ û nerm dikin.

Li gora ku Hesenê Kerçirên ragihandiye meclîsa Lotikxane Sporê, wê di van çend rojên pêşîya me de xanima germik û nermik, lotikvana şidiyayî Johanna Acosta transferî Lotikxane Spor bibe û îhtîmalek pir pir mezin heye ku bi transferîya Johanna Acosta Lotikxane Spor bibe şampîyonê dinyayê jî.

Ê de a bi xêr..

Bijî Lotikxane Spor

johanna acosta4

johanna acosta2

 

About The Author