Wax mala min ê…

xursidEwil vê bibêjim. Xizmetkarî bi zanabûn an nezanî xizmeta hinekên din e. Du tewir xizmetkarî heye. Ya bi mafê (heqê) xwe û ya miftîbelaş. Fena nimûne, kesî ji te re negotiye bi tirkî binivisîne, lê tu dinivisî, ji tirkî re xizmetê dikî, ji ber xwe dibî xizmetkarê tirkî. Pale, rêncber an şagird, tu jê re çi dibêjî bibêje, xizmetkarê miftîbelaşî.

Gotina xizmetkariyê giran tê ne welê?

Zanim.

Lê rastiyeke me ye. Divê em hey lê bin…

Kîja kurd îro bi zimanê tirkî binivîse (yên Kurdî qet nizanin ne tê de), bila bizanibe ku ew xizmetkarê  zimanê kemaliyan e. Dibêje ´kurdiya min qels e, têrî nivisandina Kurdî nake.´ Wê çaxê tu jî nenivîse. Qey tu nehatî şûna nivisandinê. Pêşî bibe xwendevanekî zimanê xwe yê dewlemend. Ferhenga tirkî ya vê dawiyê şêst û du hezar gotinin. Yê Kurdî li Parîsê çuye heştê û çar hezarî. Hinekî bixwîne, gava te nivîsî dê xelk bibîne. Na na, ne xwe bihetikîne û ne jî xizmetkariyê bike. Heke îlabîla tu yê binvîsî, ew wexta ku tu didî tirkînivisînê, bide giramera xwe, heya baş hîn buyî. Ne mehqûle? Lê na, dê bi zorê bibe nivîskar… Ji xwe napirse, ´ez bi tirkî binivîsim, yê din bi tirkî binivîse, dê mişteriyên zimanê min ji ezmanan werin? Xwendevanêyê dixe stuyê kê? Dê kî bi Kurdî ve mijûl bibe, bixwîne? Wê çaxê Kurdî zarevayeke dinyayê ye, ne hewceye…  Gava me Kurdî ji hewcetiyê avêt, em goristana bapîrên xwe înkar dikin, ya xwe jî bi destên xwe dikolin. Em nikarin vê bikin. Ev barekî giran e.

Lê te dî nadin ser milê xwe…

Ew lehengên welê dibêjin, gere ewil ew bi xwe bibin mişteriyê vî zimanî. Baş guhên xwe bidin kal û pîrên dora xwe. Ew çawa hevokan saz dikin. Dûre jî lê xwedî derkevin. Lê em zimanê xwe piçûk bibînin, yên dora xwe teşfîkê xwendina wî nekin, berpirsiyariya xwe neyîn cîh, em tawanbar nabin? Bi ya min belê, em tewanbar dibin. Heke qeweteke min yê xurt hebuya, min ê kurdên tirkînivîs giş bidana dadgehê. Ez ê biçûma dadgehê û min ê parezerî jî bikira ku di celseya ewil de ew tawanbar bikm. Qethî min ê ev bikira. Şûrê kî tûj bû, bila li çaqa min bidaya.

Evê welê, çivan didin xwe, xwe didin qefan. Lê bi çivdayiniyê em ji berpirsiyariyê nafilitin. Em in berpirsiyar. Divê em vê di kulîna hiş de bi cîh bikin.

Meriv dinêre qama wî bilind, qulingan di kortika serî de hêlîn çêkiriye, simbêlên qirase bûne hirî, hêna jî fena wan çepên berê bi ser dev de dirêj dike, hê jî nehatiye ser hişê xwe… Giramera xwe nizane, heyhewar…

Ji ber ku zimanê bazarê tirkî ye, em bi zarûkan re qise dikin. Lê em hay jê nîn in ku kes pênc quriş di zimanê me de nade. Çaxê em rûmetê nedin, bihaya wî daneyînin, kî tê de ne pênc quriş dide? Gava em vê nekin, dê macirên çîptazî, bêeslên nîjadperest, çete jî vê bînin ser me. Rûmeta me jî û yê zimanê me jî bê pûl û bê pere. Em li sahiya Xwedê şerpeze. Ji me re eyb nîn e, heyhewar?

Tirkînivîsên me rojekê xwe nadin û li ser vê ranawestin. Gelo em ê kengê gopala kalikê xwe binivisînin, ji darê mazî an benavê bû? Xwe avêtine mezatê, xwe bi xwe bûne xizmetkar, xizmetkarên miftîbelaş, bê pol û bê pere.

Zêdetir ez nivîsên van qehremanên me yê diyarbekrî dixwînim. Çend rojnameyan li Diyarbekir derdixin. Pênûsên wan têra xwe tûj in… Mezinbûna dilê wan ya nava Bedena Diyarbekir e, di qefesa sîng de nayê wezinandin, gir e. Ez dibînim. Lê ew dilê hût û gir, li keviyekê danîne, bi zimanê Zekî Mûrenê Stenbolî dinivisînin.

Ez miraqê dikim, van lehengên me bi kurdrî binivisînin, dê bizanibin ayetên dil deynin ser kaxezê saye an na? Ew zimanê di firnikên pênûsa wan de, qaşo pê derd û kulan, êş û eleman dibêjin… Pîne ye, bila vê bizanibin,  pîne, pîne.

Bi ya min, bi tirkî sedî pênciyê nava dilekî Kurdî nayên gotin. Fena nimûne: Bila van lehengan bi tirkî li wateya gotina ´belqitî´ bigerin. Heke li hember vê gotinê di tirkî de gotin dîtin, ez ê ji diyarbekrîtiyê îstîfa bikim. Nasnameya xwe bibim Rihayê… Lewra orjîna gotina belqitî, bi hişmendî û sêwirîna zimanê Kurdî hatiye afirandin. Tirkî zimanekî berhevkirî û bi pîneyan çê buye. Zimanekî çêkirî ye, ne xweristî…

Ji begê xwe re bibêjim… Van xortên hêja xwe najîn. Seydayê Mele Saîdê Kurdî dibêje: “Xwezila çareya min hebuya, min ya dilê xwe bi Kurdî bigota.” Heke Mela Saîd ya dil bi zimanê bavê xwe Sofî Yasîn û bapîrên xwe bigota, dê nav pêve daniya û bigota. Lê bi zimanê tirkî ew gotin bi Seyda re tune bûne. Sed heyf û mixabin.

Lê lehengê me yên Kurdî, nivîskarê zimanê tirkî… Belkî jî kurmoriyan dev li zimanê wan kiriye, yan jî kurdiya xwe di mizgefta Qerqeşûn de winda kirine, belkî jî li kuçeyekê tarî ji berîka wan ketiye. Gelo binê berîka wan fena yê pepûk kun bû, hay lê nebûn? Waxxx mala min ê.

Haberdiyarbakir

 

About The Author