Mrz 6, 2013
Heyeta BDP ji bo ku nameya başqan Ocalan radestî generalên Qendîlê bikin, li ker û hespên xwe siwar bûn û berê xwe dan başûrê Kurdistanê.
Piştî virde wêde û teqûreqek dûdirêj, xwe gihandin çiyayê Qendîlê û bûn mêvanê kekê me cîgerim Karayilan û bi hevre wêneyek „askerlik xatirasî“ kişandin.
Îcar pirsa me ev e kezebno:
Gelo generalên KCK û BDP li çi dinerin?
1- Li Kamera dinerin
2- Li nûçeyên TRT6 ê dinerin
3- Nûçeyên Stêrk TV guhdarî dikin
4- Guhdarîya axavtina başqan Ocalan dikin
5- Malpera Lotikxanê dişopînin ka wê Lotikxane di derbarê wan de çi binivîse
6- Peyamek erêna didin meclîsa Kurd û Tirkan
Ê de haydêêêêê.
Xwedê bi we re be…
Tê derxin û çewalê mewîjên xwe garantî bikin qurban…
Categories
Kadîn
No Comment