LÎSTEYA ZENGÎNÊN DINYAYÊ

sofi-xelefoDibêjin ku kovara Forbesê her sal navê dewlemendên dinyayê dipeyitîne, dike nûçe  û di nava rûpelên xwe de diweşîne.

Li gor kovara Forbesê îsal navê feqîrokekî ku bi koka xwe ji Libnanê ye eşkere kiriye ku li Meksîkayê rûdine, xwedêgiravî 73 mîlyar dolarên wî hene.

Gotiye ku xwediyê Microsoftê jî di rêza duyem de dewlemend e û gotiye 57 mîlyar dolarên wî hene.

Dîsa kovara bêrêkûpêk nivîsiye ku nizanim filankes 53 milyarok, bêvankes 43 milyarkok û bi lêkolînên çewto-mewto rûpelên xwe dagirtiye û kezeba feqîran kiriye kunêr.

Zenginlik-Crack Kopie

Piştî vê nûçeyê, me jî wek Lotikxane deriyê xizna xwe vekir û me 5 milyon kesên rindjimar hanîn da ku dirav û zêr û pirlentayên tê de bijmêrin.

Di encamê de derket holê ku 4553 ton zêrên Lotikxanê, 753 ton zîvên Lotikxanê, 24 ton pirlenta, 13 ton aqût, 7 ton almas û 765 milyar jî dolar hene.

De em ji her kesî re dibêjin: Hayhêêêê…. Gelî jar û belengaz û bindest û xwelîseran! Dema hûn ketin tengasiyê, serî li Lotikxane, beşa darayî bidin…

Ji bo xwendevan û endamên eşîreta Lotikxanê emê deh salan bi sifir faîz peran bi deyn bidin we. Lê ku we di nava 10 salan de deynê xwe neda, hûnê jî 10 salan di aşxane û restoranta Lotikxanê de belaş firaxan bişon..

Ê de haydêêêêêêêê……

About The Author