Xalê me Bilind jî lotik li gotingiran xist

Di van rojan de hema kîjan ker, axte, gayê zexel, hêstir û bergîl hene dizirrin û dibêjin: ”Hahooooo…. Qasimpaşalî dike ku welat bibe parçe û parî ” filan û bêvan.

Li pêşberî wan heywanên guhdirêj û gotingir, xalê me Bilind Arinc jî êdî semax nekir û got:

”Hey segbavno… Hey dêqehpno… Hey cewrikên dêlika asenayê… Hûn tev ji bavê xwe bêminet in, çi ji qûna we tê bikin û heke hûn nekin jî hûn ker kurê makerê ne” û ajor ser wan.

Xalê me Bilind Arinc li axaftina xwe kudand û dîsa çavên xwe girtin û devê xwe vekir:

”Ev 85 sal in ku we kerên me bera ser bavê xwe dabû, we maka xwe li binê xelkê dirêj kiribû, we şaşik li ser rîspîyekî nehiştibû, we mizgeft kiribûn tewla hespên cendirmeyan, we kesê ku eşed bi navê Mihemed anîbûn xistibûn lîsteya sor û di dawîya dawîn de jî we xwest ku hûn Qasimpaşalî serobin bikin” û şûrê xwe kişand.

Xalê me Bilind Arinc li qehra xwe kudand û dîsa got:

”Lawo, oxil, hey guhdirêjno, gotingirno… Qûna we ne ew qûn e ku hûn bişidînin. Lewra hûn fêrî tir û fisan bûne. Mafê we heye ku hûn bizzirin, fermo…  Mafê we heye ku hûn têra xwe tir û fisan bikin, fermo… Mafê we heye ku hûn lotikên xwe jî bavêjin, dîsa fermo…. Ew hawe tev di qanûna hewe de hene. Lê ji niha û pê ve çûûûûûûû û dewra we çûûûûûû… Ev îş didome, wê ne tenê Kurd lê her kes bi zimanê xwe bixwîne, bi kêfa xwe bike û lotikan bavêje. Navê vî welatî êdî ne TURKIYE TURKLERIN DIR oxlim” û bi mîrkutan rabû ser serê wan kesên ku li dijî aştî û xwendina bi zimanê Kurdî derdikevin.

Em jî wek Lotikxane dibêjin xalê xwe Bilind Arinc: ”Xwe sistopisto meke cîgerim, lotikên bêîman li wan bixe, Artêşa Lotikxanê li pişta te ye. De haydêêê, tu kezeba Lotikxanê yî xalê Arinc…”

About The Author