Pêxember ne bes bû, îcar Baykal jî kirin xweda

Çend roj berê qirdik xanima qûnde Ataturk kiribû pêxember û nituqa wî jî kiribû Quran. Îcar piştî ku pêxember hebe û quranek jî hebe, çi kêm dimîne gelî lotikvanan?

Xwedaaaaaaa!

Ma pêxember û quran bê xweda dibe? Nabeeeeeeee! Xwedayek ji CHPê re kêm mabû, şikir wa ye ew jî dîtin. Êdî xwedayê CHP jî heye û ew jî xiyarekî wek xiyarê min û we ye.

Ev qûnekê parlemanê bajarê qûnekan ê Entalyayê sayin qûnek û şorek Yildiray Sapan gotiye: „Deniz Bayqalê xirtûj xwedê ye û kes bila jê re nebêje çit” filan û fîstan.

Hahooooo!

Law ev çi hatiye serê CHPê gelî lotikvanan? Ev hemû, bi mêr û jin, bi serok û merokan ve tev şêt bûne. Divê Qasimpaşalî Reco alîyekî parlemanê vala bike û bike tîmarxane, hemû CHPyîyan têxe wir û bila bizîşkên Lotikxanê yên xiraman herin wan tedawî bikin. Eger ne wisa be, bi sê telaqên jinberdanê wê CHPî tev, Kurdên CHPî jixwe tev dîn in, çawa ku pîrê wan Mostokemal mizgeft kiribûn tewle, ew jî wê Parlementoya Tirkiyê bikin axur û ker û golikan têxin navê.

Wekîlê bajarê Entalyayê sayin oxlim Yildiray Sapan çi gotibe başe?

Gotiye: ”Binerin oxlim, gunikreş munikreş di nava CHP de nemane. Heke gunikreşek hebe ew jî Denîz Baykal e. Denîz Baykal xwedayê siyasetê ye. Di nava siyaseta îro de kesê ku ”netew-dewletê” diparêze tenê Denîz Baykal e. Ew sîgortaya laîqbûnê û netew dewletê ye. Ew xwedayekî siyasetê ye babam” û Denîzko berdaye ser xwe.

Yildiray Sapanko, di dema serokatîya Denîz Baykal de ”çentecî” bû. Çentecîtîya Baykalko dikir.

Yildirayko çi bêje başe?

Gotiye: ”Raste, min çentecîtîya wî dikir. Ez pir ji Denîzko hez dikim. Ne tenê çentê wî, ez amade me her tiştên wî hilgirim (yanî, ez karim wî li xwe siwar kim û hetta wî bera ser xwe dim jî, serê kesî pê naêşe qardaşim)” filan û fîstan.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, CHP bûye partîya ”Garana Gund”. Hema kî çi tê ber devê wî/wê hew we dît da zîtirkan û hinek kirin pêxember, hinek kirin xweda û hinek jî kirin ker û dehşik.

Kuro ez çavê Qasimpaşalî Receb bixwim û hew..

Bi dîn û îman Recebo nîhaye qûna hemûyan, hemû sewsî kirine, şêt û dîn kirine. Bi siyaset û lotikên xwe cîgerim Receb qûş li çawîş û başçawîşên hemû partîyan qetandiye û hûn sax….

Enqere

About The Author