Belê, dirêjkirina serokatîya herêma Kurdistanê (yanî serokatîya serok Barzanî) di nav Kurdekanan de bûbû mijara nîqaşê. Bi taybet Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî nedixwestin serokatîya serok Barzanî bê dirêjkirin. Bi taybet Tevgera Goranekem ji roja ewil de helwestek neyînî û xirab li dijî PDK û Barzanî danîye û bi heman helwestê dide lotikan.
Axir, dibêjin piştî lihevkirina PDK û YNK, parlamentoya Kurdistanê bi pirdengî serokatîya serok Barzanî 2 salên din dirêj kiriye û lotikek bêîman li Tevgera Goranekem xistiye. Ango, heta 2 salên din jî wê kek Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê be. Û helbet heta piştî 2 salên din xwedê kerîm û rehîm e, kî sax e kî mirîye kes nizane.
Piştî vê lotika Parlamentoya Kurdistanê û helwesta Goran û Yekgirtû, Meclîsa Partî Demokratî Lotikxane civînek awarte li dar xist û serokatîya serok Barzanî xist dengdanê.
Di encama dengdana endamên meclîsa me de, serok Barzanî heta bi mirinê wek „Serokê Kurdistanê“ hat qebûlkirin û serokatîya wî heta roja qiyametê hat dirêjkirin.
Bi vê wesîleyê, em wek MPDL serokatîya kek Mesûd pîroz dikin û temenekî dirêj jê re dixwazin.
Serokatîya Meclîsa Partî Demokratî Lotikxane
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan