Berdevkê PDK lotikek li PKK û PYD xist

Belê, Berdevkê Polîtburoya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî lotikek qerase li baskê radîkal yê PKK û PYD xist û tirr ji wan berda. Xalê me Emînkî ragihand ku hinek medya û berpirsên“baskê radîkal” ê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tohmetên bêbingeh li PDK dikin û daxuyanîyên nerast di derbarê pêvajoya aştî ya li Bakurê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurd de belav dikin.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku “Hinek medya û berpirsên PKK û PYD dixwazin rastîyên rewşa Rojavayê Kurdistanê veşêrin û pelûla ku bi serê xwe dakirine bi serê me de jî dakin.”

kdp KopieDi daxuyaniyê de hatiye gotin ku „Ji destpêka bûyerên Sûrîyê û heta îro, PDK li himber doza rewa ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê helwestek netewî, Kurdistanî, demokratîk û mirovdostane nîşan daye û li ser astê herêm, navçe û cîhanê bi hemû kanalên siyasî, dîplomatîk, medya û bi awayên fermî û nefermî piştgiriya xwe ji bo alîkarî û yekxistina gotara Kurdên Rojavayê Kurdistanê dupat kiriye. Û ev helwest beşek ji siyaseta PDK ye û ev yek li himberê doza rewa ya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê nayê guhertin“ filan û bêvan.

Berdevkê Polîtburoya PDK tekez kir ku “Ji niha û bi şûn de, wek berê, emê bi hemû şiyanên siyasî, dîplomatîk, mirovî, madî û manewî piştgirîya xuşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin. Ev helwesta PDK helwestek bingehîn e û nayê guhertin. Bi ti awayekî reftarên PYD bandorê li ser helwesta me nake. Di vê dawîyê de PYD bi arasteya partîya yek alî, sepandina siyaseta “partîya serkirde” û wek partîyên totalîtar  propagandayek vala dimeşîne.  Ev propaganda bi piştgirîya hinek kesên diyar ên di nava serkirdatîya PKK de encam dide“ filan û xeftan.

Cafer Eminkî behsa wan kesên di nava serkirdatîya PKK de dike û dibêje: “Ew baskê tundrew yê di nav PKK de destê xwe dixe nav karûbarên Rojavayê Kurdistanê û dixwaze bi bazarên cihê gomanê di rêya baskê xwe PYD re ajandayek din cî bi cî bike û hemû hewlên ji bo yekdengî û hevkarîya alîyên Kurdî têk bibin. Carek din em tekez dikin ku Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê milkê partîyekê ye û rêkeftina Hewlêrê çarçoveyek guncaw e ji bo pêkanîna komdengîya niştimanî. Lewma pêwîste ew rêkeftin bibe referansa hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê, ku PDK hemû alîkarîyê li wê referansê dike“ filan û fîstan.

Di derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de jî di daxuyanîyê de wiha hatiye zimên: “Em carek din tekez dikin ku pêwîste ev kongre li ser bingeha bawerî, biratî û komdengîya hêzên siyasî yên Kurdistanê bê lidarxistin, lewma pêwîste hemû alî bizanin ku kongreya netewî bi mercên pêşwext ve nayê girêdan. Eqliyeta sepandina mercan bi xwe arşîvek ji bo kongreya netewî ye. Lewma em tekez dikin ku kongreya netewî milkê hemû Kurdan e, ne bi tenê yê aliyekî ye ku bixwaze merc û edebiyata xwe bi ser de bisepîne. Pêwîste nûnerên kongreyê, nûnerên gelê Kurd bin, ne bi tenê nûnerên patiyekê bin. Destpêkirina şerê ragihandinê li dijî PDK di vê demê de, armanca wê têkdana komdengîya niştimanî ye û hewldane ji bo çêkirina keleman li pêşiya kongreya netewî“ û wekî din.

Werhasilî kelam, xalê me Emînkî behsa nameya Ocalan û Barzanî jî dike û dibêje „Mafê kesekî tune ku naveroka nameyan li gor dilê xwe û ji bo berjewendîyên xwe şirove bike“ û PKK û PYD daye ber lotikên Kurdewarî.

Erêêêêêê, erê xalê Emînkî!

Wele ez bi serê xwe û te kim, we bi destê xwe mala xwe jî xera kir û mala me jî wesselam….

Zaxo

About The Author