GELO WE BI XWE DE RÎT ?

Alo Kurdekî Sêwasê ji navçeya Divrîgê ye. Alo mêrxas û jîr bû, gelek jî hişdar bû.

Rojek di nav nivîna de ye, xwest him pîrekên malê biceribîne û him jî henekek nesh bike.

yatalak

Bûka wî ya mezin li ber çavê wî ket, got “ Keça min bi bexşîne, min bi xwe de rît, tu dikarî binê min pakij bikî ?

Bûkê got “ Îyyy! Bavo wele dilê min li hev ket, ez nikarim.

Alo got “ Ê başe keça min, ka gazî bûka biçûk bike bila ew were.

Bûka mezin deng li bûka biçûk kir û got “ Keçê bavo li odeya xwe  ye, gazî te dike !

Bûka biçûk bi lez hat got “ Fermo, bavo te gazî min kiriye.

Alo got “ Erê  keça min, ez virikî bûme, min xwe lewitand. Tu dikarî pakij bikî ?

Bûkê got “ Karê min heye, ez nikarim.

Alo got “ Tamam tu here karê xwe, gazî xwesîya xwe bike bila ew were.

Bûk çû gazî xwesîya xwe kir û got “ Dayê bavo di nav nivîna de ye, gazî te dike.

Xwesîyê got “ Pîîî şerma giran, bavo xurifîye keçê.

Her çi be, bûka jî dane pey û çûn,  got “ Alo xêr e ? Te ji bo çi gazî min kir ?  “

Alo rûyê xwe tirş kir û got “ Jinik ez vîrikî bûme, min bi xwe de rît, karî min pakij bikî.

Pîreka Alo zivirî ser bûkan got “ Keçno ji min re avê û leganê bînin hûn derî bigirin derkevin, ezê Alo pakijkim.

Alo ji nişka ve lihêf ji ser xwe avêt, kenîya û got “ Henek henek..Min hûn ceribandin, rîtina çi halê çi. “ Weselam…

Erê mam Alo henek kir, lê tolaz û qeşmerên hevkarê dewleta virqo bi rastî bi xwe de rîtine. Her tişt lewitandine, îcar ji me re dibên “ De werin safî kin !

Ji me re çi babam, hema di nav wî gûyî de bigindirin lo, ma Kurd xulamê we û bavê we ne…

About The Author